ManşêtNûçe

Şehîdên komkujiya Parîsê ya çileya 2013’an li Barcelona hatin bibîranîn

Li bajarê Barcelona yê herêma Xweser a Katalonyayê ya Spanyayê, ji bo salvegera 10’an a Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an meşeke girseyî hate lidarxistin.

Di meşê de nêzî 300 kes tevlî bûn.

Girseya gel ji kolana Passeig de Gracia derbas bû ku qada navendî ya bajêr e û heta ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê meşiya.

Meşê heta qada navendî Placa Katalunya dewam kir û bi mîtîngekê komkujiyên Parîsê hatin şermezarkirin.

Meş bi soza xurtkirina şoreşa jinê bi dawî bû.

Piştî ku meş bi dawî û çalakvan belav bûn, polîsên Katalonyayê komek ji çalakvanan rawestand û yekemcar dest danîn ser alên PKK’ê. Ev nêzîkatiya polîsên Katalan bû cihê nerazîbûneke mezin.

Back to top button