ManşêtNûçeRojava

Rûspiyên navçeya Holê piştgiriya xwe ji bo QSD tekez kirin

Rûspiyên navçeya Holê li kantona Hesekê, daxuyaniyek dan raya giştî. Daxuyanî li pêşiya navenda Partiya Yekîtiya Demokrat li navçeyê ji hêla Ehmed El- Hisên hat xwendin.

Hisên pesnê rola şêx û rûspiyên eşîran li bakur û rojhilatê Sûriyeyê da, û sekinandina wan yek destî weke El-Bineyan El-Mersûs bi Hêzên Sûriya Demokratîk re, tekez kir: Hêzên Sûriya Demokratîk îsbat kir ku ew hêzeke mezin e, hin kesan hewildan ku hêzên me bikşînin ku hêzeke zêde bi kar bîne, lê wê xwe spart şêwazê diyalogê bi rûspiyên Dêra Zorê re ji bo fitneyê vala derxîne.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

Der barê bûyerên dawî ku li Dêra Zorê di 27ê Tebaxê rû da û bersivdayîna daxwazên şêx û rûspiyên Dêra Zorê Hêzên Sûriya Demokrat hemleya “Xurtkirina Ewlehiyê” destpê kir ji bo girtina şaneyên DAIŞ û kesên li dijî qanûnê derketin û desrbasbûnên ku ji hêla Ehmed El-Xbêl Ebû Xewla derket, û êrîşên wî li dijî sembolên eşîran, û vekirina dergehên qaçaxtiyê û peywendiya wî bi aliyên derve re, hate aşkerekirin di serî de dagirkeriya tirk û fesîleyên Îranê, yên ku hewil didin ku aramî û jiyana aştiyane li herêmê têk bibe, bi riya komên çekdar ji bo xirab kirina armanca hemleya “Xurtkirina Ewlehiyê” û nîşandana wê weke şerekî di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û eşîreyên erebî, ji bo xizmeta ajndeyên derve bikin ku rêjîma Sûriyeyê, fesîleyên Îranê bi hevkariya rêjîma Tirkiyeyê li ser kar dikin, yekkirina raghandina sîstematîk bi armanca avakirina fitneyê hat pêşbînî kirin lê tevahiya hewildanên wan hate têkibirin ji ber hevgirtina gelêrî bi Hêzên Sûriya Demokratîk re ku ji tevahiya pêkhateyên gel ji kurd, ereb û suriyan pêk tê.

Hêzên Sûriya Demokratîk îsbat kir ku ew hêzeke profîsyonal e, ji ber ku ku yên li dijî qanûnê derketin hewil dan hêzên me bikşînin ku hêzeke zêde bi kar bîne, lê wê xwe spart şêwazê diyalogê bi şêx û rûspiyên eşîrên Dêra Zorê ji bo têkbirina fitne û girtina komên çekdar yên girêdayî derve, û vegera aramî û ewlehiya herêmên me, her wiha eşîrên ereb û kurd tekez kirin ser hevgirtina wan li dora hêzên me vê yekê hişyarbûna gelê me ji pilan û komployên li dijî wan pêk tê.

Em rola şêx û navdarên êlên bakur û rojhilatê Sûriyê û rawestana wan bi hev re weke avahiyeke saxlem bilind dinirxînin weke El-Bineyan El-Mersûs û, tekez dikin li ser helwesta wan ya sabît di piştgriya Hêzên Sûriya Demokratîk ya ku ji cîhanê tevahî re îsbat kir ku ew ronahiya ewlehiya herêmê ye di çarçoveya pirsgrêkên em rû bi rû ne.

Em li navçeya Holê şêx û rûspiyên eşîran û rewşenbîr pitgîrkirina xwe ya tam ji hêzên xwe re di QSD û Yekîniyên Parastina Jin û Gel tekez dikin, em bang li gelê xwe dikin li Dêra Zorê ku li du fitneyan neçin.

Back to top button