ManşêtNûçeRojava

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn: Dewleta Tirk li Efrînê herî kêm 62 kes hatin revand

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe yên li dijî niştecihên resen ên kantona Efrînê ya dagirkirî yên revandin, kuştin, tecawizkirin, guhertina demografî û birîna daran li ber çavê cîhanê didomînin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriye da zanîn ku di meha tebaxa burî de welatiyê bi navê Elî Nûrî (65) yê ji gundê Anqelê yê navçeya Şiyê ya Efrîna dagirkirî hat qetilkirin.

Dema ku Elî Nûrî li motorsîklêta xwe li ser rêya Şiyê – Anqelê siwar bûbû, erebeyeke çeteyên “Emşat” pêl wî kir.

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê 62 welatî ji nav wan 6 jin revandin, yek ji wan jinan ji aliyê çeteyan ve rastî tecawizkirinê hat.

Her wiha, dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê û niştecihên biyanî 450 darên kantonê ji bo bikin êzing birîn, bi deh hezaran hektarên zeviyên çandiniyê û daristan jî şewitandin.

Dewleta tirk a dagirker di çarçoveya guhertina demografiya Efrînê de, di meha tebaxa borî de avahiyeke mêtingeriyê bi navê “Ehil El Xêr” bi hevkariya rêxistinên “Sewasiye” û “Saziya Pêşxistina Civakî û Piştgiriya Mirovan a Navneteweyî (SDI)” li nêzî gundê Keferûmê yê navçeya Şera ava kir û dest bi bicihkirina malbatên çeteyan tê de kir. Di mêtingehê de 100 avahî hatine avakirin.

Dewleta tirk a dagirker avahiyeke mêtingeriyê ya nû li nêzî gundê Xezewiyê yê navçeya Şêrewa bi hevkariya rêxistinên Kendava Ereban ava kir û hejmara avahiyên tê de nehat zanîn.

Li Bakurê mêtingeha Kiwêt Rehmê ya li navçeya Cindirêsê mêtingehek ava kir.

Li nêzî gundê Miryemiyê yê navçeya Şêrawayê avahiyeke din a mêtingeriyê ava kir.

Li gor çavdêran, dewleta tirk a dagirker sûcên xwe bi awayekî hovane li dijî niştecihên resen ên kantona Efrîna dagirkirî didomîne, bi armanca ku wan bitirsîne û koçber bike û guhertina demografî li kantonê pêk bîne.

 

Back to top button