JinManşêtNûçe

RAWA: Em her tim ji wêrekiya jinên Kurd îlhamê distînin

Yekitiya Jinên Şoreşger a Kabul-Efganistanê (RAWA) û Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistan (KJK) bi slogana ‘Li dijî êrişên mêrên hegemon, em bi jinên Efgan û Şengalê re ne’ di navbera 3 û 15’ê Tebaxê de kampanyayek dabûn destpêkirin.

Di 3’ê Tebaxê de salvegera fermana Şengalê bû ya ku DAIŞ’ê kiribû û di 15’ê Tebaxê de jî Talîbanê dest danîbû ser Efganistanê.

Di daxuyaniya ji bo têkoşîna hevpar de ev tişt hate gotin “Em RAWA li ser jinên bindest ên Efganistanê, spasiya rêxistina KJK’ê dikin ku di rojên zehmet de bi me re bûn û dengê me dabûn bihîstin. Di dema şer, sûc û êrişên ku ev zêdeyî nîv sedsal e li Efganistanê didome, herî zêde jin bûne qurbaniyên polîtîkayên emperyalîzm û bingehparêzên Îslamîst, lê tevî van hemû êşan jî jin têkoşîna xwe ya bi lehengî didomînin û dev jê bernadin. Emerîka ku wek welatekî dagirker tenê li pey berjewendiyên xwe ye û xwîna me Efganan ji bo wan ne bi qîmet e.

Em jinên efganî her tim ji wêrekiya xwişkên xwe yên şervan ên Îranî û Kurd îlhamê distînin. Şervanên jin ên Îranî tevî ku li girtîgehên rejîma ‘Welayet-î feqîh’ hatin gulebarankirin, îşkencekirin û înfazkirin jî ji bi biryar dadikevin qadan û parastina xwe didomînin. Jinên Kurd ên wêrek bi têkoşîna xwe ya çekdarî ya li dijî DAIŞ’ê û alîgirên wê, ji hemû cîhanê re eşkere kirin ku rêya rizgarbûna ji nav lepên çeteyên DAIŞ’ê xwedîderketina li ser berxwedanê ye.

Rêxistinên Kurd li hemberî êrişên herî mezin ên dijminên hundir û derve jî bi cesareteke mezin li ser peywira xwe ne. Wezîfeya me ye em li dijî emperyalîzmê û dûvikên wan ên olî, wekî jinên bindest bibin yek. Wê demê em dikarin civaka xwe ber bi demokrasiya li ser esasê wekhevî, edalet û laîkbûnê bibin. Bijî yekitiya kedkarên jin ên li hemû cîhanê.”

Back to top button