ManşêtNûçe

Piştgiriya ji bo serhildana ‘Jin jiyan azadî’ berfireh dibe

Xwepêşandan û çalakiyên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê yên li dijî rejimê di roja 157’an de didome. Li ser asta navxwe ya Îran û dervey Îranê jî çalakiyên ji bo piştgiriya bi serhildana ‘Jin jiyan azadî’ re berfireh dibin.

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku piştî qetilkirina jina ciwan Jîna Emînî destpêkiribû, di roja xwe ya 157’an de bi şêwazên cûda cûda di dome.

Divê çarçoveyê de duh li bajarê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê koma bi navê ‘Zarokên agir’ peyamek bi dîmen belav kir û dan zanîn heta ew digihin armancên xwe wê li qadan bin û çalakiyên xwe yên li dijî rejima Îranê berdewam bikin.

Li gore ajansa ROJNEWS’ê, di dîmenan de diyar dibe ciwanan rê li trafîkê girtine agir pêxistine û dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Berxwedan jiyane’ û ‘Serhildan jiyane’ berz dikin.

Her wiha li Seqizê duh feqehek temen 19 salî yê bi navê Selahedîn Salihî ku kurê girtiyek siyasiye, li ber mala xwe ji aliyê komek çekdarên nenas ve hat gulebarankirin û jiyana xwe ji dest da.

Duh Komîteya Ciwanên Şoreşger ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê di daxuyaniyek de komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û da zanîn ew komplo di kesayeta Rêber Ocalan de li hemberî gelê Kurd hatiye kirin.

Li ser asta Îranê jî çalakiyên cûda yên wek, nivîsandina dirûşman li ser dîwar û cihên giştî, li ser ban û balkonan bilindkirina dirûşman û li xwe nekirina kefiyê li cade û cihên giştî de.

Li dervey Îranê jî piraniya merasîmên siyasî û çandî yên navdewletî bûye cihê nîşandana piştgiriya bi serhildana ‘Jin jiyan azadî’ re.

Divê çarçoveyê de hejmarek wezîrên karên derve yên jin ku tevlî Konferansa Ewelekarî ya Munchenê bûn, di daxuyaniyek de piştgiriya xwe ya bi serhildana gelên Îranê re nîşandan.

Li aliyê din jî di dema vekirina Festîvala Filman a Berlînê de, hinek jinên aktor pankartên ku li ser dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatibûn nivîsandin vekirin.

Di heman festîvalê de bi tevlîbûna komek hunermendên Îranî rûniştinek taybet di jêr sernavê ‘Rola sînema û hunermendan a di şoreşa jin jiyan azadî de’ pêkhat.

Back to top button