ManşêtNûçe

Pentagon: Dewleta Tirk eniya hêsankirina sereke ya DAIŞ`ê ye

Di rapora nû ya lêkolînerê giştî yê Pentagonê de hate gotin ku dewleta Tirk navenda derbaskirina herêmî ya çeteyên DAIŞ`ê ye. Rêveberiya Amerîkayê ya li Ewropayê got dewleta Tirk eniya hêsankirina sereke ya DAIŞ`ê ye û got ewlehiya li ser sînorê başûrê welêt bi Sûriyê û Iraqê re heta niha pirsgirêk e.

Hevalbendên Ewropayê dewleta Tirk di nava çend salan de rexne kir, ji ber di sekinandina leşkerên biyanî ber bi Sûriyê ve têk çû û li gorî wan ku vê yekê hişt di destpêkê de DAIŞ li herêmê xurt bibe.

Di raporê de hate gotin tevî Koalîsyona Leşkerî bi serkêşiya DYA`yê li Iraq û Sûriyê hişt ku DAIŞ ji baregehên sereke yên dagir kiriye derkeve lê komên terorîst li herêmê çalak ma.

Her wiha hat destnîşankirin ku êrişên DAIŞ`ê di dawiya meha Nîsanê de heta dawiya Gulanê di meha Remezanê de zêde bûn, komên terorîst qeydên ku li ser hêzên ewlehiyê ji ber belavbûna Koronavîrusê hatibûn ferzkirin keysbaz kir da ku zêdetir êrişan pêk bîne.

Raporê li gorî îstixbaratên parastinê got, DAIŞ bi awayekî sereke xwe dispêre êrişên herêmî yên biçûk û ew nikare operasyonên li derveyî Iraq û Sûriyê bi rê ve bibe.

Di rapora Lêkolînerê Giştî yê Pentagonê de hat diyarkirin ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê der barê raporên girêdayî sûcên ku komên çete yên destekê ji Tirkiyê digirin pêk anîne bi fikar e, ji wan girtinên bê ser û ber, desteserkirina mal û milkên sivîlan, bicihkirina kesên din li malên wan de, qutkirina avê ji ser 500 hezar sivîl û derbaskirina kesên li Sûriyê girtine, ber bi Tirkiyê ve.

Wezareta Parastinê metirsiyên xwe der barê raporên girêdayî sûcên mafên mirovan li Efrînê diyar kir, di nav de gelek gorên êzidiyan, revandina jinan û talankirin, rûxandina mal û cihên şûnwarî.

Li gorî raporê ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji bo derxistina van sûcan bi Tirkiyê re, zexta li ser da ku lêpirsînên belgekirî û zelal di îdiayan de û hesabxwestina berpirsan de, didomîne.

ANHA

Back to top button