ManşêtNûçe

Partiyên siyasî yên Başûr li ser rewşa Mexmûrê daxuyanî da

Bi pêşengiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, kesayetên siyasî û çalakvanan li Silêmaniyê li ser rewşa Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) daxuyanî da û bang li her kesî kirin ku li ber vê rewşê xwedî helwest bin û piştgiriyê bikin.

Destpêkê daxuyaniya Tevgera Azadî hate dayîn û ev hate gotin: “Di êrişa 20’ê Gulanê ya artêşa Iraqê ya bi çekên giran a li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê de 2 welatî birîndar bûn. Ev welatî 29 sal e ji ber zilm û êrişên dagirkeriyê ji Bakurê Kurdistanê koçber bûne. Bê navber hikumeta herêma Kurdistanê û Iraqê nêzîkatiyên derqanûnî li gel vê kampê dike. Ji mafê xwe yê penaberiyê sûd negirtine.

‘LI SER DAXWAZA TIRKIYEYÊ DOR LI MEXMÛR TÊ GIRTIN’

Bi dehan caran artêşa Tirkiye bi êrişên asmanî li ser kampê kirine, gelek kes bûne qurbanî, şehîd û birîndar bûne. Erka hikumeta herêm û Iraqê ew e ku wan biparêze û rê nede vê yekê.

Di hevdîtinên van sê rojan de derketin holê ku rayedaran ji rêveberên kampê re gotine ku li ser daxwaza Tirkiye eger kamp neyê belavkirin wê şerê avê li gel Iraqê bike. Li ser daxwaza Tirkiye dixwazin dor li kampê bigirin, têl û kûle danin. Ev plan hemû bi hevkariya PDK, Tirkiye û Iraqê dixwazin pêk bînin, kampê belav bikin bi demê re.

Ev 29 sal e ev penaber li ser xaka Iraqê dijîn û daxwaza penaberiyê kirine. Tevî ku bi dehan car hikumeta Iraqê û herêmê mal bi malê geriyane kareke derqanûnî nedîtine. Li şûna ku xizmetê bo wan bike, ev 4 sal in PDK’ê rê li ser wan girtiye. Bi deh hezaran kes bê kar û ji xwendinê kirine. Heta rê nadin ku jinên ducanî biçin nexweşxaneyên Hewlêr û Silêmanî.

Em Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê vê hewldana hikumeta Iraqê şermezar dikin. Daxwaz dikin ku hew xelkên Mexmûrê bixin mijara siyasî û bi rêyên siyasî û navneteweyî çareseriya pirsgirêkên hikumetê çareser bikin.”

Piştî daxuyaniya Tevgera Azadî li ser navê Partiya Demokratîk Gel a Kurdistan, Partiya Zehmetkêşan a Kurdistan û Hîzba Şûî ya Kurdistanê Desteya Karê Hevpar a Çepên Kurdistanê hate dayîn û ev bang hate kirin: “Daxwaz ji Iraqê û aliyên berpirs tê kirin ku vê metirsiyê li ber çavan bigirin, dest ji kontrolkirina kampê berdin, rêz ji hiqûqa û qanûnên taybet ên penaberan re bigirin. Daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin ku bi erk û berpirsyariyên xwe yên parastina kampê ku di bin kontrola wan de hatiye avakirin rabin û jiyana şêniyên li kampê biparêzin.”

KNK: XETEREYEKE MEZIN A DAGIRKIRINÊ LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ HEYE

Li ser navê KNK’ê Salar Mehmûd jî ev got: “Em bang li her kesê ku azadîxwaz û mirovdost dikin, herêma Kurdistanê li ber metirsiyeke mezin a dagirkirinê ye. Dewleta Tirkiye bi rêya hevpeymanên xwe li Iraqê hemû dengê azad bêdeng bike. Heqê her kesê heye li ser xaka Başûrê Kurdistanê di çarçoveya hiqûqê de nêzîkatî lê bê kirin û bê parastin. Divê Iraq li gorî yasaya navdewletî nêzîkatî li van gelan bike, dîsa divê çarçoveya heman yasanayn de nêzîkatî li welatên cîran bikin.

Êrişkirin û dorpêçkirina kampeke penaberan di bin sêwana NY’yê de metirsiyeke mezin nîşan dide. Metirsî li ser mirovayetî û Kurdistanê heye.

Tirkiye îro Şengalê dike hedef û sivîl dibin qurbanî. Tirkiye vê yekê ji bo hilbijartinê dike. Ev peyameke mezin dide nîşandan. Ev peyam ji bo Başûrê Kurdistan heye. Em KNK heta dawî em ê li dû vê biçin. Em bang li xelkê Kurdistanê dikin piştgirî bikin û bêdeng nemînin, ev metirsiyeke mezin e.

‘MEXMÛR MIJAREKE NETEWEYÎ YE, DIVÊ PARLAMETNERÊN IRAQÊ BÊ DENG NEMÎNIN’

Endamê Komîsyona Koç û Koçberan a Parlementoya Iraqê Soran Omer jî ev tişt anî ziman: “Em ê karê cidî li ser bike, berê jî me kar li ser kiribû. Ev demeke li ser pirsgirêkên Mexmûr bi aliyên peywendîdar re di nava diyalogê de ne. Ev ya rû dayî li Mexmûr plana hevpar a Iraq û Tirkiyeyê ye. Têkilî bi pirsgirêkêa ewlehî û avê heye.

Ev 29 sal e penaberê siyasî ne, li gel NY tomarkirine. Ez rexne li NY dikim ku bi qasî pêwîst nekariye biparêzin. Hikûmeta herêmê doprêç kirine, ev gel xwe bi xwe îdare dikin. Vî xelkî yek rojê serêşî nedane kesê. Tupirsgirêk nedane kesê, heta bûne hevkar. Ev pirsgirêkek siyasî ye, Tirkiye zextekî zor li Iraqê dike.

Ew kamp sivîl e, jin û zarok in. Nabe ser daxwaza Tirkiye zext bê kirin. Çi ji destê me bê em ê bikin. Ev xaka wane û li ser axa xwe dijîn. Em dibînin rojane êriş dikin û dron ser wan digerin. Li kûderê tê dîtin ku bi vekirî bi dron û balafiran êriş li ser bike. Iraq nikare asmanê xwe biparêze me ev çend carî ji bo wan gotiye. Em dibînin leşker tên ser axa me û êriş hene. Ji bo Mexmûr çi bê kirin em ê bikin, ev pirseke netewî ye. Divê parlementerên li Bexda hemû li ser vê bê deng.”

ANHA

Back to top button