ManşêtNûçe

OHD: Divê li dijî tecrîdê her sazî têkoşîn û dengê xwe bilind bike

Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) bi dirûşmeya “Em tecrîdê dişikînin, hiqûqa azadîxwaz ava dikin” 3’yemîn Kongreya xwe ya Giştî ya Asayî li avahiya Yekitiya Odeya Esnaf û Sinetkaran a Amedê (DESOB) li dar xist. gelek parêzerên endamê OHD’ê, endam û rêveberên partî û saziyên sivîl ên civakî beşdar bûn.

‘TECRÎDA LI SER OCALAN, TECRÎDA LI SER HEMÛ GELÊ KURD E’

Hevserokê Şaxa OHD’a Amedê Riza Polat di kongreyê de axivî, paşeroja dîroka OHD’ê bi bîr xist û wiha got: “Tecrîda li ser Ocalan, tecrîda li ser hemû gelê Kurd e. Divê li dijî tecrîdê her sazî têkoşîn û dengê xwe bilind bike. Divê parêzerên Kurd li dijî tecrîd, pişaftin û polîtîkayên şerê taybet, qirkirina jinan û pergala talanê dengê xwe bilind bike. Divê li dijî van hemûyan em gaveke dîrokî biavêjin.”

Hevseroka OHD’ê Îlknûr Alcanê jî bal kişand ser xebatên komeleyê û got: “Ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan hemû hevalên me xebitîn. Wê têkoşîna me ya ji bo rakirina tecrîdê bidome.

Di kongreyê de peyamên Hiqûqnasên Rojavayê, ELDH, MAF-DAD û siyasetmedarên hiqûqnas ên girtî yên wekî Selahattîn Demîrtaş û Ayla Akay Atayê hatin xwendin.

Rêvebera MED TÛHAD FED’ê Safiye Akdagê jî destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan li tevahiya civakê belav bûye û got: “Gava tecrîda li ser birêz Ocalan giran bû, tecrîda li ser gelê Kurd jî giran bû. Şewitandina înfazan, neberdana girtiyên nexweş, girtiyên tên qetilkirin li tu dera cîhanê tiştekî wiha tune ye. Xebatên OHD, ji bo me hêja ne. Em spasiya hemû endamên wê dikin.”

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Amedê Abbas Şahîn, Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya û serokên baroyên Amed, Wan û Êlihê jî axivîn.

Piştî axaftinan raporên xebatê û darayî hatin xwendin. Paşê dengdayîn dest pê kir.

Kongre bi berzkirina dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.

Back to top button