ManşêtSûriya

MSD’ê piştgirî da çalakiyên gel ên li Sûriyê, êrîşên li dijî gel şermezar kir

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li ser çalakiyên dema dawî yên li bajarên Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“MSD bi baldarî bûyerên meydanî yên li bajarên Sûriyeyê û hêrsa civaka Sûriyeyê ya ji ber rewşa debarê, aborî û tunebûna îstîqrarê dişopîne. Civaka Sûriyeyê êşên şerê welat parçe kir û zêdetirî nîvê gel koçber kir, dikişîne. Lê desthilatdarên li Şamê li hember vê rewşa xeternak aciz in û tu çare nedîtin. Ew yek di demekê de ku xizanî, gendelî û krîza debarê belav bûye, pêk tê.

MSD piştgiriyê dide tevahî xwepêşandanên li bajarên Sûriyeyê yên ku welatî hêrs û redkirinên xwe li dijî siyasetên desthilata li Şamê nîşan didin. MSD çewisandina xwepêşandan û bikaranîna tundiyê li dijî welatiyan şermezar dike û bang li desthilatên ٍSûriyeyê kir ku bendên biryarên navneteweyî yên ku rêzê ji mafên xwepêşandanên aştiyane re digirin, girtî werin berdan, pêk bînin û dest bi qonaxeke aşkera ku girîngiya wê bidawîkirina şerê li Sûriyeyê bike; tê de pergala demokrasiyê tê avakirin û edalet ji tevan re pêk tîne. Em guleavêtina li dijî xwepêşandêran bi tundî şermezar dikin û piştgiriya xwe ji tevgera aştiyane re nîşan didin. Kesên tevgerên aştiyane li Heleb, bajarên berava Sûriyeyê, Siwêda û Dera li dar dixin, nekevin xefka nakokiyên desthilat û saziyên wê yên ewlehiyê çêdikin, her wiha nekevin xefka planên dewleta Tirk û alavên wê yên îxwanî. Da ku mîna berê ev tevger nebin sedema êşên sûriyeyiyan.

Em tekezî li ser girîngiya çareseriya siyasî ji bo giranbûna rewşa Sûriyeyê dike, her wiha kiryarên tundî, wêrankirina mozaîka civaka Sûriyeyê, binpêkirina mafên mirovan li herêmên di bin serweriya desthilata Şamê û herêmên dewleta Tirk dagir kirine de, şermezar dikin. Ev xwepêşandanên aştiyane rêya rast a ber bi armanca guhartinê û demokrasiyê ve ne.

Têkildarî aliyên herêmî ji doza Sûriyeyê re, pêdiviya xwezaya krîzê bi helwesteke sûriyeyî û zanabûneke neteweyî li ser barên qonaxê û rihên pirsgirêkên ku rejîma navendî çêkiriye, heye. Her wiha pêdiviya wê jî bi xebateke hevbeş a bidawîkirina şer û zêdekirina krîza mirovî heye. Em careke din piştgiriyê didin xwepêşandan û xwestekên xwepêşandêran û bang li tevahî sûriyeyiyan dikin piştgiriyê bidin.”

Back to top button