Dewleta Tirk a dagirker 100 penaberên sûriyeyî yên ku li Tirkiyeyê diman, di deriyê sînorî re vegerandin Girê Spî ya dagirkirî.
Dewleta Tirk 100 penaberên bi darê zorê vegerandine radestî çeteyên “Polîsên leşkerî” kirin da ku li malên koçberan werin bicihkirin.
Bi vê yekê hejmara penaberên ku di vê mehê de li Girê Spî hatine bicihkirin bû hezar û 311 penaber.
Ji Nîsana îsal an ku ji dema rayedarên Tirk vegerandina penaberên Sûriyeyê ragihandine ve, zêdetirî 24 hezar penaber bi darê zorê li Girê Spî hatine bicihkirin.