ManşêtNûçe

MSD: Daxuyaniyên Ebdulhekîm Beşar îsbat dike ku ew beşdarî pêkanîna komkujiyan bûne

Cîgirê serokê Îtîlafa Sûriyê û endamê rêveber ê Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ebdulhekîm Beşar gotibû li Efrînê tu sûc pêk nehatine.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ev daxuyaniyên Ebdulhekîm Beşar şermezar kirin û daxuyaniyek da raya giştî. MSD`ê diyar kir ku ev daxuyanî ji welatparêziyê û rêgezên dan û standina bi dozên mirovî dûr in û berovajî bûyeran e ku li ser erdê rû didin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: “Di vê dawiyê de gelek kesayetên Îtîlafa Sûriyê daxuyaniyên nerast der barê sûcên li Efrîna dagirkirî de dan. Mîna daxuyaniya dawî ya Ebdulhekîm Beşar, serokê Îtîlafê Nasir El-Herîrî û Nivîsgeha Ragihandinê ya Îtîlafê de ku bang li dewleta Tirk dike ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike.”

MSD`ê dauxyaniya xwe wiha domand: “Em van îftîrayan û derewan red û şermezar dikin. Em bi tundî daxuyaniyên kesê bi navê Ebdulhekîm Beşar red dikin ku dibêje tu sûc li Efrînê ji aliyê komên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve pêk nehatine. Ruxmî ku ev sûc êdî tên zanîn û ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan û Efûyê ya Navneteweyî û gelek rêxistinên herêmî û erebî hatine belgekirin. Em bang li wan aliyan û aliyên têkildarî mafên mirovan dikin ku rastiya sûc û binpêkirinên li Efrîna dagirkirî bişopînin. Her wiha em îdiayên nerast ên li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) red dikin.”

MSD`ê di daxuyaniya xwe de ev yek piştrast kir: “Ev yek îsbat dike ku destê wî di komkujî, siyasetên koçberkirin, guhertina demografiyê û desteserkirina milkên gelê me li Efrînê de heye. ENKS berpirsa vê yekê ye heta ku helwesta xwe ya li hemberî nûnerên Îtîlafê nîşan nede. Di heman demê de em bang li hêzên nîştimanî yên Sûriyê dikin ku bi berpirsyarî nêzî mîna van daxuyaniyên ne nîştimanî bibin. Siyasetên li ser bingeha hewldanên nerast ên rewakirina dagirkeriyê û sûcên wê yên li dijî gelê Sûriyê û pêkhateyên wê yên resen eşkere bikin.”

ANHA

Back to top button