Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD, bi hevrêziya Yekîneyên Parastina Civakê dewreyek perwerdeyê ji bo fêrkirina çekan ji endamên xwe re li navçeya Til koçer organîz kir.
Bi dehan ji endamên rêxistina jin li partiyê, dewreya perwerdeyê amadebûn. Û armanca sereka ya vê dewreyê fêrbûna çekan û çawaniya jihevxistin û komkirina wan, û bikaranîna wan bi awaeykî teorîk da ku piştre di piratîkî de bikar bînin.
Herwiha bal hat kişandin ser girîngiya dewreyê ji bo parastina xwe li hember her ku êrîşek ku malbat û bajarên wan dike hedef.