Îro li Hesekê navenda Rojava ya lêkolînên stratîjîk panêlek li ser lozanê li darxist , panêl di bin dirûşmeya ” Lozan: rastkirin û çareserkirina pirsgirêkên aramî û ewlehiya herêmî” li ser du rojan berdewam bike.
Di panêlê de hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Asiya Abdullah û Salih Muslim hazir bûn her wiha 150 kesayetên siyasî, leşkerî, rêxistinên jinan, ekademîsyen ji Kurdistanê û hin mêvan bi riya enternêtê beşdarî panêlê bûn.
Panêl bi deqeyek rêzgirtin li ser ruhê cangoriyên azadiyê despêkir.
Paşê endamê Desteya Rêveber a NRLS′ê Rakan Şêxî bi xêrhatina mêvanan kir, gelek axaftin hatin kirin bi navê Rêveberiya Xweser Bêrîvan Yûnis , seroka YNK Şehnaz Ehmed û Nivîsgeha serdemê ya mafnasîyê û bi riya vîdiyoyekî axaftina fermandarê Hêzên Sûriya Demokrat Mezlûm Ebdê û Omer Gûlêş bi navê Nivîsgeha Sedsalî axivî.
Sinifizionek li ser peymana lozanê û binpêkirinên ku li dijî gelan pêk hatine hat pêşandan.
Her weha di panelê de pêşengeheke wêneyên fotografî yên ku perçeyên bê deng û hin dîmen ku encamên peymana lozanê li ser ramyarî ya nûjen a herêmê hat pêşkêşkirin.
Di berdewamiya panêlê de sê rûniştin bên li darxistin.
Rûniştina yekem rewşa siyasî ya herêmê berî peymana lozanê rêveberkirina mijarê “Mûrşid Yûsif”.
Mijarên rûniştina yekemîn: peymana ”saykis pîko” û “dîroka damezrandina netewa dewletê li Rojhilata Navîn”.
Rewşa kurd û Kurdistanê bi damezirandina netew dewletê re
Rûniştina duyemîn : Xwendina dîrokî li ser peymanên ku di sedsala bîstan de li dijî kurdan pêk hatine, rêveberiya Rûniştinê “Dr. Heval Fatemê”
Mijarên rûniştina duyemîn : Xwendina dîrokî li serpeymana sêvrê(1920) û peymana Qahîre (1921)
Dîroka peymana lozanê serdemên wê yên rastî û pirsgirêkên ku anîna holê
Rûniştina sêyemîn: Peymana Lozan û encamên wê yên li ser gelê kurd
Mijarên Rûniştina sêyem: Peymana Lozan
siyasetên dewletên ku Kurdistanê dagir kirine
Peymana lozan û bandora wê ya siyasî aborî, çandî li ser gelê kurd
Rewşa tevgerên kurdî di nîvê duyem ê sedsala bîstan de
Panêl dê sibe jî berdewam bike…