ManşêtRojavaSûriya

Komîteya Windayiyan dê arşîva kesên windayî amade bike

Berdevkê Komîteya Windayiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xalid Omer destnîşan kir ku armanca sereke ya komîteyê ew e ku ji bo windahiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê bi giştî dê arşîvek were amadekirin.

Rêveberiya Xweser di 29’ê Tebaxê de avakirina Komîteya Windayiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand.

Û destnîşan kir ku ev komîte li gorî biryara Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 23’ê Gulana borî, hatiye avakirin.

Der barê xebata komîteyê de berdevkê Komîteya Windayiyan Xalid Omer axivî. Omer got:

“Di radeya yekemîn de dê arşîvek têkildarî windayiyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriye giştî bê amadekirin.”

Her wiha Omer da zanîn ku dê komîte ji bo çarenûsa êzidiyên ku 3’yê Tebaxa 2014’an ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine revandin jî bixebite.

Xalid Omer wiha axaftina xwe bi dawî kir:

Em li bendê ne ku Saziya Windayiyan a Serbixwe ya Sûriyeyê jî dest bi kar bike da ku pê re û bi hin saziyên din ên windayiyan re koordîneyê bikin.”

 

Back to top button