ManşêtNûçe

KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye

KNK’ê êrişên dewleta tirk ên li dijî Metînayê şermezar kir û got: “Li dijî êrişan hewcehî bi helwestekî topekun û seferberiyê heye.”
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di 22’yemîn Civata Giştî de bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li dijî herêma Metîna ya li Herêma Federe ya kurdistanê da. komiteya di roja duyemîn de didome û têkildarî êrişan daxuyanî hate dayîn.
Hevseroka Giştî ya KNK’ê Zeynep Mûrad axivî û wiha got: “Em li vir êriş û operasyonên dagirkeriyê yên dewleta tirk bi awayekî herî tund şermezar dikin.” Mûrat, li dijî êrişan ban li hemû partî û rêxistinên Herêma Federe ya Kurdistanê kir.
Mûrad, wiha domand: “Operasyon û êrişên leşkerî yên bi mebesta tunekirina gelê me dest pê kirin. Dijminên me careke din biryar da ku gel û xaka me bixe nava şerekî mezin. Wisa xuya dike ku ji duh ve operasyoneke berfireh hatiye desptêkirin. Li ser navê yên li vê derê amade em careke din van operasyon û êrişan şermezar dikin. Em bi dengê kurdan û kurdistaniyan ji dagirkeriyê re dibêjin na. Em ê destûrê nedin xaka Kurdistanê bikevin bin hegemonyaya dagirkeran.”
Mûrad, got ku dewleta tirk destkeftiyên gelê kurd hedef digire û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev şer şerekî berfireh û topyekûn e. Lewma li dijî vî şerî hewcehî bi helwestekî berfireh, topyekûn û seferberiyê heye. Divê gelê me li tu deveran bi taybet jî gelê me yê li başûrê Kurdistanê, hemû partiyên siyasî û derdorên din divê nebin parçeyeke vê komploya qirêjî şer. Em vê berxwedanê hêja dibînin. Lewma em piştgiriyê didin gelê xwe û şervanên azadiyê yên li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin.”
mezopotamya
Back to top button