JinManşêtNûçe

Jinên Efgan name ji TAJÊ re şand

Di salvegera duyemîn a desteserkirina rêveberiya Efganistanê de ya ji aliyê Talîbanê ve, jinên Efgan li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) nameyek ji jinên Kurd ên êzidî re şand.

Jinên Efgan di nameya xwe de bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar û got: “Em bi têkoşîna bi hev re serbilind in.”

Li ser navê jinên Efgan jina têkoşer a bi navê Ferîba name nivîsand û wiha got:

“Di destpêkê de di salvegera duyem ya dijminê jinan celat Talîban desthilata Efganistan xistî destê xwe de, em spasiya xwe pêşkêşî xwişkên xwe dikin ku bi jinên Efgan re di nav piştevaniyê de ne. Mixabin ew atmosfera ku di nava welat de hakim e, her roja ku diçe xirabtir dibe. Qada xebatên şoreşgerî û çalakiya jinan teng dibe. Di roja me ya îro de mafên herî bingehîn yê jiyanê weke mafê kar û perwerdê û mafê cil û berg li xwe kirinê tê tunekirin, ew wehşeta ku tê kirin, qada bê ewle û xizanî jiyana gel tarî kiriye, hêviya jinan û têkoşîna wan berdewam dike. Em weke jin dengê xwe di her pencereyê de li dijî faşîzma olî ya Talîbana xulamê emperyalizma Amerîka bilind dikin û têkoşînê dikin. Bi îlhama ku me ji bilindbûna qehremantiya jinên Îranê û tevgera Kurdistanê girtî, em serbilind in ku mil bi mil tê dikoşin.”

Back to top button