ManşêtNûçe

Ji bo xwendekarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê banga piştgiriyê

Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Rojava ji bo piştgiriya xwendekarên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di Serhildana ʹʹJin, Jiyan, Azadîʹʹ de, daxuyaniyek da.

Daxuyanî li avahiya Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişloyê hat dayîn û ji aliyê Berdevka Meclisê Selwa Ebûd ve hat xwendin.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

Piştgirî û helwesta xwendekarên zanîngeha Rojava ji bo xwendekarên Rojhilat û Îran ku ji aliyê Rêjîma Îranê ve bi êrîş û jehrîkirinan re rûbirû ne.

Serhildanên Jin, Jiyan, Azadî ku li Rojhilat û Îranê bi şehîdxistina Jîna Amînî re dest pê kirbû şeş mehên xwe xelas kirin û kete meha heftan de. Di vê serhildanê de rola xwendekaran pir berçav bû û di asta pêşengtiyê de bû. Bi taybetî jî rola xwendekarên jin di pêşengtiyê de diyarker bû. Ew kirasê reş û teng ku her kêlekekî wê ji aliyê rêjîma zilimkar a Îranê ve ji zordestî û zilmê hatibû dirûtin, bi pêşengtiya jinên ciwan ji aliyê civakê ve yek bi byek tenê qetandin. Ev tirs û xofek dixe nava dilê rêjîma zilimkar a Îranê de ku dixwaze rêjîma xwe mayînde bike. Ji bo vê jî êrîşên hovane plan dike û pêk tîne.

Rêjîma Îranê ev 44 salin ku girtin, kuştin û daliqandin kiriye şêwazê parasina rêjîma xwe, di demên dawî de jehrîkirina xwendekarên keç jî lê zêde kiriye. Bêguman ev ji bo rêjîma Îranê ne hedefekî ji rêzê û tesadûfî ye. Heya niha di nava bajarên Rojhilat wekî Sine, Mihabad, Îlam, Kirmaşan, Saqiz Merîwan û Bokan de û di nava bajarên Îranê de jî Tehran, Qom, Îsfehan, Kerej û Şîraz de xwendekarên 170 dibistanan rastî êrîşên xazê kîmawî hatine, zêdetirî 7000 xwendekar hatine jehrîkirin û ji nava wan jî herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di nava wan de jin û hin xwendekarên zanîngehan in, lê piranî dibistanên navîn û amadehî ne.

Ev êrîş li hemberî wan xwendekarên jin ku êdî dîwarê tirsê hilweşandine û guhertineke demokratîk dixwazin, çêdibe. Lê ev êrîş û çewisandinên rêjîmê wê nikaribe bahoza guhertin û azadiyê asteng bike. Ev bahoza azadiyê koka xwe ji tevgerên ciwanên şoreşger ên 68’an û niha li hemû çiya, deşt û bajarên Kurdistanê digre. Em dixwazin bînin bîra her kesî ku ji nav van ciwanên şoreşger tevgereke mîna Tevgera Azadiya Kurd derket û niha pêşengtiya hemû kom û gelên blindest ên Rojhilata Navî dike . Rêberê vê tevgerê, Rêber Apo ye ku felsefeya azadiya civakî bi Jin, Jiyan, Azadî formûle kir. Û niha ev felsefe bûye drûşmeya sereke ya vê serhildanê. Navenda ciwanên şoreşger ên 68’an li Ewropayê bû, lê êdî bi şoreşa Rojava û Rojhilatê re navenda ciwanên şoreşger li Rojhilata Navîne û ala pêşengtiyê jî di destên ciwanên Rojhilat û îranê de ye. Ev pêla zadiya jin û gelan ku em wekî Jin, Jiyan, Azadî formûle dikin, li bakur şewq da, li rojava hilat û niha li rojhilat wê bighêje lûtkeyê.

Ji ber vê me dibêjin ciwan û xwendekarên jin ên Rojhilat û Îran ne bi tenê ne. em wekî xwendekarên zanîngeha Rojava bi her awayî di nava piştgiriyê de ne.

Em bang li hemû ciwan û xwendekarên şoreşger ên cîhanê dikin, dilê şoreşa azadiyê niha li Rojhilat û Îranê lê dikeve. Werin em bi hev re torên piştgiriyê bi ciwan û xwendekarên Rojhilat û Îranê ve ava bikin. Rêjîmên diktator û hegemonîk wê bi rêya piştgiriyên şoreşgerî re hilwişin.

Back to top button