ManşêtNûçe

Hevbendiya NADA: Diruşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ ji bo jinên Îranê klîta jiyanê ye

Hevbendiya NADA bi boneya salvegera yekemîn a qetilkirina Jîna Emînî û destpêkirina serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de di kesayeta Jîna Emînî û Şilêr Resûlî de hemû şehîdên azadiyê hatin bibîranîn û  têkoşîna jinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatin bibîranîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jinên têkoşer çirûska şoreşê pêxistin. Jinan li dijî zihniyeta baviksalarî û hikumetên desthilatê xwe spart xweparastin û jiyaneke birûmet. Heta jinan di girtîgehan de jî têkoşîna xwe mezin kirin û piştî berdanê jî di bilindkirina têkoşînê de dudilî nebûn.

Bi vê şoreşê re rastiya nêrîna ku dibêje dê sedsala 21′an bibe serdema azadiya jinê diyar bû. Diruşma′Jin, Jiyan, Azadî′ ji bo jinên Îranê bû klîta jiyanê û bi wê yekê veguherî felsefeya jiyanê ya wekheviya di navbera her du zayendan de. Ev felsefe dê bibe deriyê rizgarkirina civak, gel, jin û hemû nasnameyan ji siyaset û kiryarên koletiyê ku desthilat li ser ferz dikin. Rumxî hemû kiryarên çewisandinê û darvekirinê ev şoreş heta vê kêliyê dewam dike. Ev yek jî nîşaneya rastbûn û nêrîna stratejî ye.

Em li kêlek têkoşîna jinên Îranê, tevahî jinên tolhildêr û têkoşer ên herêmê disekinin. Em teqez dikin ku projeya bi banga azadiya jinê şertekî sereke ya pêkanîna azadiya civakê ye, aşkerakirina kiryarên desthilatê bi hemû alaz û saziyên wê ye ku êdî di rihê jin û gelan de bûye kansêrek.

Em bi felsefeya ′Jin, Jiyan, Azadî′ û xebata hevbeş û piştgiriya jinên herêmê û cîhanê ve girêdayî ne. Da ku em zextê li tevahî cureyên tundraw, nijadperestî, çewisandin û tundiya li dijî jinan bînin.

Em bang li desthilatên Îranê dikin ku dev ji siyasetên xwe yên çewisandin, desthilat û darvekirinê berde, her wiha bang li rêxistin û aliyên navneteweyî dikin ku bi erkên xwe yên qanûn û exlaqî li hember binpêkirinên li Îranê li dijî jin û ciwanên dibin, rabin.”

Back to top button