ManşêtNûçe

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê koordînatora giştî ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Nisrîn Hesen bi beşdariya endamên meclisa kombûnê ya Tebqa û Minbicê û Rêveberiya Sivîl a Minbicê û partiyên siyasî hat xwendin.

Nisrîn di serî de sersaxî da malbata şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê ku bi destê xayînan tên pêkanîn, şermezar kir.

Her wiha Nisrîn diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hemwextî salvegera êrişên çeteyên DAIŞ`ê li dijî Kobanê, erebeya fermandara Meclisa Leşkerî ya Jinan a YPJ`ê Şervan Serdan kir hedef û di encamê de tevî 2 şervanên din; Nûcan Ocalan û Canda Cûdî şehîd bûn.

Nisrîn wiha domand: “YPJ’ê yek ji destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ku ew hertim ji bo parastina gelê xwe li eniyên pêş bû û li dijî rêxistina herî tundraw a cîhanê bi qehremanî şer kir.”

Nisrîn bêdengiya rêxistinên hiqûqî û mirovî ya li hember hedefgirtina jinên pêşeng şermezar kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku kirîza Sûriyeyê çareser bikin.

Her wiha Nisrîn soza domandina rêya şehîdan heta rizgarkirina tevahiya herêman û bilindkirina asta têkoşînê heta pêkanîna armancan şehîdan, ewlehî û aramiya herêmê û rûniştandina projeya neteweya demokratîk, da.

Di dawiya daxuyaniyê de Nisrîn banga hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û destekdayîna QSD`ê û bilindkirina asta têkoşînê kir.

Back to top button