ManşêtNûçeyên Lezgîn
Helwesta Swêdê li hemberî destwerdana Tirkiyê ye
Hikûmet û partiyên Swêdê bi tundî li dijî destwerdana dewleta Tirk ya bakurê Sûriyê ne. Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde gefên Tirkiyê weke li hemberî hemû Rojhilata Navîn dinirxîne:
Ann Linde, Wezîra Derve: Destwerdana dewleta Tirk ji hemû aliyan ve xerab e. Gefa Tirkiyê hemû herêmê têxe nav metirsiyê de.
Jonas Sjöstedt, Partiya Çep : Gereke Swêd bes çekan bifiroşe dewleta Tirk û bila Swêd rasterast alîkariya mirovî bide federasyona li bakurê Sûriyê.
Fredrik Malm, Partiya Lîberalan: Amerîka kurdan tavêje ber guran. Metirsiya qirkirina kurdan heye.
Anna Sundström, Navenda Palme: Destwerdana dewleta Tirk wê li hemberî peymanên Neteweyên Yekbûyî be.
J: R. Swêdê