ManşêtNûçe

Encamnameya Konferansa ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan, Aştî û Îstiqrar ji bo Cîhanê’ hat eşkere kirin

Konferansa ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan, Aştî û Îstiqrar ji bo Cîhanê’ duh bi dawî bû û encamnameya wê hat eşkerekirin.

Konferans di 28`ê Sibatê de li paytexta Afrîkaya Başûr Cape Town hat lidarxistin û du rojan dewam kir. Gelek kesayet û nûnerên partiyên siyasî, sendîkayên karkeran, parlamenter, kesayetên şoreşger ku li kêleka Nelson Mandela ‎beşdarî têkoşînê bûne, her wiha parêzerên Rêber Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, şandeyeke Însiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan a Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star, beşdarê bibûn.

Duh êvarê encamnameya konferansê bi civîneke çapemeniyê hat eşkerekirin.

Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku ev 2 sal in Rêber Abdullah Ocalan nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike, ev jî tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî û wiha hat gotin: ‘’Şertên girtinê yên heyî yên li Tirkiyeyê, ji ber ku li dijî Rêgezên Standard ên Kêmtirîn ên Têkildarê Pêkanîna Berpêyî Girtiyan Neteweyên Yekbûyî (Rêgezên Nelson Mandela) ne, em bang li hikumeta Tirk dikin ku demildest dîtina hev û din a Rêzdar Abdullah Ocalan û parêzer û maliyên xwe hêsan bike.’’

Di encamnameyê de îşaret pê hat kirin ku berdana Rêber Abdullah Ocalan, ji bo pêvajoya aştiyê ya Rojhilata Navîn, gelek giring e û ji hikûmeta Tirk hat xwestin ku demildest Rêber Ocalan û hemû girtiyên din berde.

Di encamnameyê de bang li hikumeta Afrîkaya Başûr, ANC ya deshilatdar û rêxistinên siyasî û pêşverû hat kirin ku di têkoşîna ji bo azadî, rûmet, demokrasî û mafên mirovan de bibin piştgirên doza gelê Kurd.

Her wiha bang li Hikumeta Afrîkaya Başûr, SACP, COSATU û hemû pêkhateyên civakî û siyasî hat kirin ku zextan di hikumeta Sûriyeyê re rabike da ku bi gelê Kurd re dest bi hevdîtinê bike.

Di encamnameya konferansê de behsa êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê jî hat kirin û ev tişt hatin diyarkirin: ‘’Em bang li hemû rêxistinên piştevan û hikumeta Başûrê Efrîkayê dikin ku zextan di hikûmeta Tirk re rabikin da ku dev ji êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêma Kurdan a li bakurê Iraqê berde, jiyana sivîlan nexe rîskê û li van herêman baregeh û qereqolan ava neke.’’

Back to top button