JinManşêtNûçe

Di meha mijdarê de 36 jin hatin qetilkirin

Li gorî daneyên ku JINNES’ê kom kirine di meha mijdarê de Li Kurdistan û Tirkiyeyê 36 jin û 6 zarok hatin qetilkirin. Mirina 23 jinan jî bi guman e. Her wiha 7 jin jî ji kuştinê rizgar bûn.

Her wiha daneyên derbarê şîdeta li hemberî jinan û qetilkirina jinan rastiyê nîşan nade hejmar hêj bêtire.  Qetilkirina jinan û şîdeta li hemberî jinan bi polîtîka û gotinên îktîdarê ve girêdayî ye. Polîtîkayên bêcezahiştinê jî rê li ber qetilkirin û şîdetê vedike.

Ligel şert û mercên xirab ên li herêma erdehejê piştevaniya di navbera jinan de mezin bû, ligel vê jî bûn hedefa îktîdar û mêran. Bi taybetî di meha adarê de şîdeta li hemberî jinan zêde bû. Ji ber kêmasiya mekanîzmayan jinan nekarin gilî bikin û dengê xwe bilind bikin. Her wiha li herêma erdhejê zarok jî para xwe ji şîdetê girt û bi her awayî bi bêparastin hatin hiştin.

Li Stenbolê 9, li Muglayê 3 li Îzmîrê 2, li Bûrsayê 2, li Çankiriyê 2, li Konyayê 2, li Mêrdînê 2, Manîsayê 2, li Kocaeliyê 2, li Edeneyê 2, li Kayseriyê jinek, li Rihayê jinek, li Balikesirê jinek, li Têkirdagê jinek, li Antalyayê jinek, li Enqerê jinek, li Meletî jinek û li Denizliyê jî jinek hat qetilkirin.

ANHA

Back to top button