ManşêtNûçe

ji Parêzerên Abdullah Ocalan serlêdanêk nû

Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê Rêzan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgurk Erol û Mazlûm Dînç ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û zêdetirî 33 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

Di encama serlêdanên parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê yên ji bo Dadgeriya Înfazê ya Bursayê de, dadgeriyê diyar kir ku di 18’ê tebaxa 2021’ê de ji bo 3 mehan, di 3’yê sibata 2022’yan de ji bo 3 mehan, di 31’ê gulana 2022’yan de ji bo sê mehan û di 9’ê îlona 2022’yan de jî ji bo 3 mehan cezayên disiplînê hatine birîn.

Parêzeran di 10’ê tîrmeha 2023’yan de serlêdan kiribû û dadgeriyê di 19’ê tîrmeha 2023’yan de bersiv da. Dadgerî bêyî ku dîroka wê diyar bike, da zanîn ku cezayekî disiplînê yê ji bo 3 mehan hatiye birîn. Parêzeran herî dawî jî di 10’ê cotmeha 2023’yan de ji bo hevdîtina bi malbatan re serlêdan kir. Dadgeriyê di 13’yê cotmehê de bersiva serlêdanê da û diyar kir ku li Abdullah Ocalan û girtiyên din ji bo 3 mehan cezayê disiplînê hatiye birîn.

Dadgeriyê, sedema parvenekirina hejmara dosyayê jî weke “Dê li ser çapemeniyê were parvekirin” nîşan da.

Etîket:

Back to top button