ManşêtNûçe

Dewleta Îranê kiryarên ne exlaqî li dijî girtiyên jin pêk tînin

Piştî kuştina jina kurd Jîna Emînî serhildanên bi pêşengiya jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin. Di serhildanan de gelek kes hatin girtin di nav de jin û zarok, li gorî raporeke nû ya Amerîkayê gelek sûcên hovane ji wan destdirêjiya ji aliyê polîsên dewleta Îranê li dijî jinên Îranê di girtîgehan de eşkere kir.

Çarenûsa bi hezaran jin û kesên di girtîgehan de jî ne diyar e.

Rapora bi sernavê ”Rejîma Îranê ji bo ferzkirina hîcabê destdirêjî li girtiyên jin dike” ji aliyê rojnameya New York Times a Amerîkî ve hatiye weşandin.

Di raporê de hate diyar kirin ku destdirêjiya li girtiyên jin ên di girtîgehên Îranê de hatiye belgekirin.

Her wiha hate gotin ku dewleta Îranê kiryarên ne exlaqî li dijî girtiyên jin pêk tînin.

Di heman raporê de bal hate kişandin li ser hebûna belgeyên Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan û Rêxistina Lêborîna Navnetewî, ku rûdana dozên destdirêjî û destavêtinê li dijî xwepêşanderên jin li Îranê piştrast dikin.

Li gorî parêzvanên mafên mirovan, li Tahranê zarokeke keç bi navê “Masume” temenê wê 14 salî li navenda binçavkirinê di encama destdirêjiyê jiyana xwe ji dest da.

Back to top button