DaxuyanîManşêtPYD

Daxuyanî ji bo raya giştî

Em di vê qonaxeke tûj de di dîroka gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevahî Sûriyê û cîhanê de, di salvegera nehemîn a rizgarkirina Kobanê de , piştî berxwedana dîrokî ya Yekîneyên Parastina Gel. (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê, ku hîn jî metirsiyek mezin e bi riya şaneyên wê yên ku li seranserê Sûriyê û cîhanê belav bûne û bi riya Terorê li herêmê û cihanê kur dike, weke ku rejima tirk dibê
Di 25’ê Çileya 2015’an de şervanên YPG/YPJ’ê û hemû şoreşgerên berxwedanê li Kobanê rizgarkirina xwe ji hovên terorîstan ragihandin û piştî şerê herî dijwar 134 rojan veguherî berxwedana serdemê û bû destaneke cîhanî ya jinan berxwedan bi xeta şehîd Arîn Mîrkan ,berxwedan û nepejirandina wê ji bo bingehek û destpêkek bû. Rêxistinên tarî xaka Kobanê heram dikin û xwîna bêguneh û sivîlan şermezar dikin.
Ji destpêka tevgera gel a li Sûriyeyê di Adara 2011’an û destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an ve li Rojava, dengê şerên li Rojava û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qut nebûye, qonaxên dijwar, serkeftin û destkeftin. ji aliyê gelên herêmê ve di eniya herî pêş a şervanên Kurd de hatin bidest xistin û ya herî diyar jî rizgarkirina Kobanî bi piştevaniya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî terorê bû.
Berxwedana Serdemê li Kobanî xaleke werçerxanê ye di dîroka şerê li dijî rêxistina terorîst a herî bihêz a cîhanê bi rizgarkirina Baxozê, 23ê Adara 2019an.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi îradeya şervanên xwe, piştî pêşkêşkirina zêdetirî 35 hezar şehîd û birîndaran, karîbûn aramiyê xurtir bikin û aramiyê ji bo zêdetirî pênc milyon kesan pêk bînin. Şoreşgerên yekem ên ku bersiv dan banga bi milyonan jin, zarok û kal û pîran ku ji bindestî û tarîtiya DAIŞ’ê rizgar bibin..
Bi rizgarkirina Kobanî re, kevirê bingehîn ji bo avakirina projeya biratiya gelan, ku nûnertiya rêveberiya xweser a herêma bakur-rojhilatê Sûriyê dike, di nav rêze qonaxên dijwar de ku gelê me li hember şert û mercên şer ên awarte ji aliyekî ve li ber xwe da, hat avêtin. Dagirkeriya Tirk a ku hewl dide tola windahiyên çeteyên xwe ji çeteyên DAIŞ’ê hilîne, bi dagirkerî û êrîşên rojane yên li ser herêmên ewle, li aliyê din jî bi dorpêçkirinê re, xeniqandina li ser gelê me, zîhniyeta înkarê, bêçalakiya navneteweyî rûbirûbûna alozî û pirsgirêka Sûriyê bi giştî û bêdengiya wê ya ne rewa li pêşberî şerê qirkirina gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Em Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de careke din tekez dikin, li ser qonaxa dijwar ku gelê me di encama êrîşên dubare yên Tirkiyê de derbas dibe, û ji ber bêdengiya bi guman a rêxistin û dezgehên navdewletî yên bi aştî û ewlehiyê re. Têkoşîna ku gelê me ji berxwedana Kobaniyê îlham girtiye, yekane rêya me ye ku em vê qonaxê bi serketî derbas bikin.

Bijî berxwedana Kobanê

Meclisa giştî ya Partîya Yekîtîya Demokratîk PYD

2024-1-26

Back to top button