Bi sedan ji civaka Kurd li Lubnanê li ber baregeha Netewên Yekbûyî çalakiya rûniştinê lidar xistin û tê de nûnerên partiyên Sûriyê, hêzên Kurdî û rêxistinên sivîl beşdar bûn.
Di çalakiya rûniştinê de hin gotin hatin kirin bi navê rêxistinan û partiyên beşdarî çalakiyê bûn, gotinan daxwaza sekinandina binpêkirinên ku li herêmên dagirkirî tên kirin weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji hêla dewleta Tirk a dagirker, kirin.
Di gotinan de tekez kirin ku Tirkiyeyê vîna gelan hedef digre, her wiha dewleta Tirk da dagirker dixwaze Rêveberiya Xweseriya demokratîk li bakur û rojhilatê Sûriya ji holê rake.
Di çalakiyê de bang li tevahiya gel, hêzên demokratîk, civaka navdewletî û rêxistinên hiqûqî hat kirin ku bi rol û erka xwe ya exlaqî ber bi gelên herêmê bic bibînin, her wiha muhasebekirina dewleta Tirk li ser sûcên wê.