ManşêtNûçe

“Bi rihê berxwedana Newrozê em ê Rêber Ocalan azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” bernameya Newrozê hate eşkere kirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bernameya Newroza 2023`yan li bajar û navçeyên herêma Cizîrê eşkere kir.

Bername bi daxuyaniyekê hat eşkerekirin. Hevserokên Meclisa Rêveber, Meclisa Zagonsaz ên Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Herêma Cizîrê û desteyên wê, nûnerên Kongra Star bi cil û bergên folklorî beşdarî dayîna daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî li Çarxerêya Şehîd Yûsif Gulo ya li bajarê Qamişloyê hat dayîn û bi zimanên kurdî û erebî ji aliyê Endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed û Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telat Yûnis ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Gelê me yê Kurd û hemû gelên Mezopotamyayê Cejna Newrozê bi hemû wateyên xwe yên nûbûn û azadiyê pîroz dikin. Newroz nûnertiya îrade û berxwedana gelan li dijî bêheqî, zilm û koletiyê dike. Agirê Newrozê geş dibe, mizgîniya hatina serdemeke nû ku têde îradeya gelan pêk tê, bi xwe re tîne. Bi hatina Newrozê re em tevahî gelên xwe, malbatên şehîdan, QSD`ê, YPJ`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn pîroz dikin. Em hemû şehîdên şoreşa xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û li hember efsaneyên lehengî û berdêlên ku ji bo azadî û aştiyê dane, bejna xwe ditewînin.”

Li gorî daxuyaniyê, Newroza îsal dê bi dirûşmeya “Bi rihê berxwedana Newrozê em ê Rêber Ocalan azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” were pîrozkirin.

Newroza herêma Cizîrê dê li van herêman were pîrozkirin:

Dêrik: Bendava Bozê

Tirbespiyê: Qada Şehîd Mezlûm Dogan a li Mizgeftê

Qamişlo: Qada Newrozê ya li gundê Hîmo

Amûdê: Qada Newrozê ya li gundê Çaxir Bazar

Dirbêsiyê: Qada Newrozê ya li gundê Çolbistan

Hesekê: Li Qada Newrozê

Pîrozbahiyên Newrozê li deverên navobrî saet di 10:00`an de (21`ê Newrozê) dest pê dikin. Di pîrozbahiyê de dê axaftin werin kirin û bernameyên hunerî yên cûrbecûr werin pêşkêşkirin.

Di dewama daxuyaniyê de ev bang hat kirin: “Em bang li tevahî gelên xwe dikin ku bi rihê Newrozê û bi rihê berxwedanê dakevin qadên Newrozê û li gorî rêwerz û tedbîrên ewlehiyê ku ji aliyê Hêzên Ewlehiyê û hemû hêzên leşkerî ve hatine girtin, tev bigerin. Em îro bernameya pîrozbahiyên Newrozê eşkere dikin û em ê agirê Newrozê, agirê berxwedan û azadiyê pêxin. Newroz pîroz be.”

Piştî xwendina daxuyaniyê agirê Newrozê ji aliyê dayik û bavên şehîdan ve hat pêxistin.

Back to top button