HevpeyvînManşêt

Bêrîvan Xalid; Bi hatina sersaleke nû ji bo ṣoreṣa 19’ê tîrmehê emê asta tekoṣîna xwe bilind bikin

Bêrîvan Xalid hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser ṣoreṣa 19 ê tîrmehê ji malpera me ya Eliktironîk re axifî û got ; ṣoreṣa Rojavayê Kurdistanê li gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê pîroz be bi taybet li malbatên me yên  ṣehîdan û bi taybet li jina tekoşer ji ber ku rastî ya ku pêşngtiya vê ṣoreṣê kir û ku bê teredud tevlî vê ṣoreṣê bû, di hemî qadên ṣoreṣê de bi coṣ û heyecan cihê xwe girt jina kurd li Rojavayê Kurdistanê bû û bi tevlîbûna hemî jinên pêkhateyan di herêmê de jiyan dikin ereb, suryan, turkman û bi çerkesan.

Her weha hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser got; bi pêṣngtiya jina kurd ev ṣoreṣ li darket û deskeftiyên xwe avakirin îro em 11 salan derbas dikin, ku 11 salên têr zor, zehmetî, qirîzan û êrîṣan bi koçbertiyê de lê di eynî demê de gelê herêmê bi tekoṣîn û berxwedaynekî bê hempa pêṣiya hemî zemetiyan ber xwe dan û destkeftiyên xwe afirandin û parastin, ji ber vê yekê ṣoreṣa 19 ê tîrmehê ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ṣoreṣekî hebûn û nebûnê ye ,ṣoreṣekî ku karîbû bibe bersiv ji bo hêzên desthilatdar yên ku herêm binpêkiribûn bi hiṣmendiyên xwe bi çewsandina vî gelî bi nêzîkbûna wan ji gelê herêmê lê gel karîbûn bi hêza û vîna  xwe bibin bersiv ji van hêzan re.

Xalid di berdewamiya axaftina xwede got; ku wê kes nikarbe pêṣiya vîna gelan biskinin , gel ṣoreṣa xwe bi rêve bir û avakir û deskeftiyên xwe afirandin îro roj Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nûmeneya Rêveberiya Xweser bûye nimûneyekî ji bo cîhanê bi giṣtî, bi tevlîbûn û bi pêṣngtiya jinan ku em dibînin xwe bi rêxistin kirine û, rêxistin û sîstemên xwe avakirin di nava Rêveberiya Xweser de di asta pêṣngtiyê de û çêkirina biryaran de cihê xwe girtiye di hemî mijaran de.

Bêrîvan xalid tekez ku; di eynî demê de jî jinan zagona xwe bi rêxistin û erê kir, û hewil dide mafê hemî jinan bi destxîne.

Di dawiya axaftina xwe de hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan xalid got; bi hatina sersalek nû ji bo ṣoreṣa 19 ê tîrmehê wê berdewam kirina parastina van deskeftiyan be û asta tekoṣîna xwe emê bilind bikin, ji bo em rê nedin pêṣiya tu hêzan destbavêjin deskeftiyên me, deskeftiyên vê ṣoreṣê ê ku bi saya ṣehîdên me ev ṣoreṣ li darket û hatiye parastin.

 

Back to top button