ÇalakîManşêt

Amsterdam… Kurdan û dostan terora Erdogan şermezar kirin

Bi sedan welatiyên Kurd û dostên gelê Kurd li paytexta Hollanda Amsterdam bi yek dengî ji terora dewleta Tirk a bi ser Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê de gonin na û şermezarkirin.
Bi serpereştiya Dem-Ned komala Kurd li Amsterdam bi sedan Kurd û dostên gelê Kurd roja şemiyê 19 / 10 / 2019 xwepêşandanek lidarxistin, xwepêşandanê ji ber Vondelpark a Amsterdam destpêşir û berê xwe da qada Rijkmuseum a li her yek balyozxaneyên Tirkiyê û Emeriyê lê bi cih dibin.
Kurdan û dostên gelê Kurd ji welatiyên Hollanda û biyanî yên beşdarî xwepêşandanê bûnê bi yekî dengî û bi tudî êrişa dewleta dagir a Tirk bi ser Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê de şermezarkirin, her wiha bang li civata navdewletî û ya Ewropa kirin li dijî terora dewleta Tirk rawestin û rê li ber komkujiyên bi ser gelê Kurd û gelên herêmê pêk tîne bigirin.
Her wiha piştî xwepêşandêr gihştin qada mintingê li ser navê Dem-Ned Heval Şemsê gotarak pêşkêş kir, Heval Şemsê di gotara xwe de tekez li ser berxwedana Rojavay û gelê Kurd kir û banga berdewakirina Berxwedanê kir.
Rêxistinên cuda yên beşdarî xwepêşandanê bûne jî gotar pêşkêş kirin, li ser navê Wereldvrouwen ( Natascta) Aliya Varto gotar pêşkêş kiri, li ser navê Partiya Hollanda Pvda keça Hollanda Renêe gotar pêşkêş kir, li ser navê Soldarit Afrîn Platform Paul gotar pêşkêş kir, li ser navê Parlemanter Femke Merel keça jî mesajek hate pêşkêş kirin.

Back to top button