Di nûçeya malpera Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hate gotin, şandeyeke tevgerên jinan ên Skoçyayê serdana koordînasyonê kir.
Armanca vê serdanê ew ku sîstema Rêveberiya Xweser, sîstema jinê ya di nava Rêveberiya Xweser de, rêzikname û qanûnên taybet ên bi jinan e bê naskirin.
Di serdanê de karên Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hêmanên ku ser kar dike û projeyên aborî hatin nîqaşkirin.
Şandeyê pesnê tecrûbeya Rêveberiya Xweser û sîstema hevserokatiyê da. Her wiha diyar kir ku divê hevkarî di navbera tevgerên femînîst de were xurtkirin da ku rewşa jinan were başkirin û edalet û wekhevî werin mîsogerkirin.