ÇalakîManşêt

Zîlan..ji ber ku ji jiyanê hez dikir canê xwe feda kir ji bo berxwedana Serêkaniyê

Bi boneya bîranîna salvegera yekemîn ji şehadeta “Zîlan Hesekê”, Partiya Yekîtiya Demokrat civînek gelêrî li Helebê li dar xist, bi beşdariya gelê Helebê, nûnerên saziyên civaka sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdên Helebê, Meclisa Giştî ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, wekî din nûnerên partiyên siyasî li Helebê.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên azadî û rûmetê sekinîn, piştre Emîna Beyrem endama meclisa giştî a partiyê bi xêr hatina beşdaran kir, piştre daxuyaniya Meclisa Jin ya Partiya Yekîtiy Demokrat ji aliyê Hêvîn Silêman hat xwendin, paşê jî hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li ser jiyan Zîlan axivî û şîaret kir û got: Zîlan Hesekê di mozyîka cihêreng a bav ereb û dayika kurd ji dayik bû, û dît ku riya jiyana azad ew e berxwedane , û bîranîna şehîda Zîlan Hesekê ew e bîranîna hemû şehîdên berxwedêr re.

Hiso îşaret kir ser şerê hov yê ku li ser civaka me tê li Bakur û Rojhilatê Sûriya li ser hemû astan “civakî, derûnî, leşkerî, aborî û siyasî” ev şerê ku Partiya Dad û Pêşveçûnê birêve dibe bi rêvberiya diktator Erdogan qtilê zarokê Sûriya, bi hevkariya sîxortiya Sûriya û Îranê armanc jê têkbirina tevna civakî û jiyana hevbeş.

Û wiha domand: Em îro di qonaxek nû de ne, ji têkiliyên dîblomasî, siyasî û civakî, îro hevalên gelê kurd hene, û piştgiriya projeya Rêveberiya Xweser ji hêla wlatên erebî û Ewropî.

Hiso tekez kir ku deskeftiyên şoreşa19’ê tîrmehê bidestxist, bi saya xwîna şehîd û zarokê Bakur û Rojhlatî Sûriya bû, û hemû hezkirê Demokrasî û aştiyê.

Di dawiya axaftinên xwe de Eyşe Hiso tekez kir: Di bîraîna salvegera Şehîda Zîlan Hesekê, em soza xwe nû dikin û em bi îsrarin li ser bidestxistina azadî, rûmet, demokratîk û pirrengiya nenavendî.

   

Back to top button