ManşêtNûçe

Zênatî: PKK`ê tevgereke berxwedanê ya rewa ye ne terorîst e

Piştî destpêkirina pêngava Kampanya Adaleta Navneteweyî ya Kurdan, tevahiya gelê Kurdistanê û cîhanê banga derxistina navê PKK`ê ji “lîsteyên terorê” dikin. Zêdetirî hezar kes ji 30 dewletan, akademîsyen, hunermend, nivîskar, çalakger û serok tev li vê kampanyayê bûne û kovarên cîhanî gotarên têkildarî piştgiriya vê kampanyayê belav kirin.

Têkildarî mijarê lêkolîner û mamosteyê Beşa Zanistên Civakî ya Fakulteya Perwerdê ya Zanîngeha Îskenderiyê, Celal Zênatî ji ANHA`yê re axivî. Zênatî da zanîn ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tevgereke berxwedanê ya rewa ya têkoşîna gelê Kurd li dijî artêşa Tirk dide meşandin.

Zênatî îşaret pê kir ku xistina navê PKK ji “lîsteya terorê” re bi berjewendiyên DYA`yê û dewletên wekî Tirkiyê ve girêdayî ye.

Celal Zênatî behsa rola PKK`ê di têkbirina rêxistina DAIŞ`ê de kir û got: “Ev têrê dike ku navê partiyê ji lîsteyên terorê were derxistin.”

ꞌHEMÛ KAMPANYAYÊN BANGA DERXISTINA PKK`Ê JI LÎSTEYÊ DIKIN, ÎNSIYATÎFÊN HÊJA NEꞌ

Têkildarî însiyatîfên ku hatine destpêkirin, Zênatî ev nirxandin kir: “Hemû kampanyayên banga derxistina PKK`ê ji “lîsteya terorê” dikin, însiyatîfên qedirbilind in û bi armanca sererastkirinê ne, her wiha tev li derxistina navê Partiya Karkerên Kurdistanê ji “lîsteyên terorê” dibin, ji lewma divê têkoşer APO were rizgarkirin.”

Zênatî diyar kir ku Yekitiya Ewropa û DYA`yê baş dizanin ku PKK`ê tevgereke berxwedêr e ne terorîst e, lê divê ew dewlet pîvanekî mirovî ji kesên parastina sivîlan dikin û kesên êrişî wan dikin re deyne, ji wan Tirkiyê.

Zênatî da zanîn ku PKK`ê tevgereke berxwedanê ya rewa ye ji bo têkoşîna li dijî dewleta Tirk û sûcên wê yên li dijî welatiyan ji hêla Erdogan û AKP’ê ve û wiha dewam kir: “Şaştiya mezin ew e ku hin dewletan navê wê xiste “lîsteya terorê”. Ji ber PKK êrişî tu welatiyan nake, mîna çawa rejîma Tirkiyê êriş dike.”

Lêkolîner Celal Zênatî wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Xistina navê PKK`ê di “lîsteya terorê” de, bi armancên siyasî û lihevkirinên herêmî ye, di heman demê de temsîla partiyê wekî tevgereke niştimanparêz nake wekî ku gelek dewlet dibînin. Ji wan Misir ku dibîne PKK`ê tevgereke berxwedanê ya rewa ye ne terorîst e.”

Back to top button