ManşêtNûçe

Zêdan El-Asî der barê lihevkirina sê alî ya ewlehiya sînor daxuyaniyek da   

Hevserokê Buroya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El-Asî der barê lihevkirina sêalî ya di navbera QSD, DYA û Tirkiyê de ya têkildarî mekanîzmaya ewlehiya “parastina sînor” ku di 7`ê Tebaxê de pêk hat, daxuyaniyek da.

El-Asî di daxuyaniyê de wiha got: “Di çarçoveya lihevkirinên sêali yên têkildarî parastina sînor bi Tirkiyê re û di çaroçoveya pêvajoya destpêkê ya lihevkirinên hatine gotin de, me dest bi pêngavên pratîkî di 24`ê Tebaxê de kir. Destpêkê ji herêma Serêkaniyê bendên axê hatin rakirin û komek ji YPG`ê û çekên giran ber bi nuqteyên nû ve hatin kişandin û nuqteyên li ser sînor radestî hêzên herêmî hatin kirin.”

El-Asî di berdewama daxuyaniyê de diyar kir ku 26`ê Tebaxê (duh) heman pêvajo li herêma Girê Spî jî pêk hat.

Al-Asî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wan bi van pêkanînan tekez kiriye ku ew bi baldarî lihevhatinan pêk tînin û ew dixwazin hemû pirsgirên bi dewletên cîran re bi diyaloga aştiyane çareser bikin.

ANHA

Back to top button