ManşêtNûçe

Yekitiya Parêzeran nameyekê ji bo CPT`yê îmze kir

Civîn li hola Mêrî Land a li taxa Siyahî ya Qamişloyê li dar ket. Endamên Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamên Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan beşdar bûn.

Di civînê de hevserokê yekitiyê, Mişleb El-Tirkan bi xêrhatina beşdaran kir û piştre rapora rêxistinî ya yektiiyê ji dema di navbera 9`ê Tîrmeha 2021`an û 6`ê Tebaxê de hate xwendin.

Endamên yekitiyê bi rêya civîna xwe balkişand ser tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ku di girtîgeha Îmraliyê de hatiye ferzkirin. Her wiha gotin ev tecrîd, li dijî qanûnên navneteweyî, mirovî û derexlaqî ye. Beşdaran daxuyand ku bi dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan mirovahî û dmokratî hate girtin, ji ber na adil e ku damezrînerê demokratiyê li gorî cewhera wê ya rastîn, dîl bê girtin.

Paşê 60 parêzeran ji ber endamtiya xwe di Desteya Parastinê ya Rêber Abdullah Ocalan de, li ser nameyekê îmze kir ku Desteya Parastina Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Însiyatîfa Sûriyê ya Parastina Azadiya Rêber Abdullah Ocalan dê bişîne CPT`yê.

Civîn bi encamnameyê bi dawî bû ku ji 16 bendan pêk tê jê yên herî girîng;

Avakirina komîteyekê ji bo şopandina sûcên li dijî mafên mirovan.

Pêşxistina têkiliyan di navbera Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sandîqeya Parêzeran a Sûriyê û yên herêmî de.

Belavkirina kopiyekê ji reşnivîsa qanûnên pîvanên pîşeyî û meslekî li ser yekitiyên herêman da ku di desteyên wan de bêne nîqaşkirin û di civîna bê de bên erêkirin.

Lêkolînkirina îthtîmala vekirina dozan li dijî dewleta Tirk a dagirker li cem dadgehên dewleta Sûriyê û Rêveberiya Xweser.

Lidarxistina civîneke hiqûqî ji bo nîqaşkirina dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan di 3`yê Îlona 2022`yan de.

ANHA

Back to top button