ManşêtNûçe

Yekîtiya Êzidiyên Sûriya vîna Êzidiyan weke pêkhateyê Sûriya îfade dike

Di bin drûşmeya” Em ê bi yekîtiya xwe Efrîn û Serêkaniyê rizgar bikin” roja Înê 16’ê cotmehê kongreyê yekemîn yê Yekîtiya Êzdiyên Sûriya li navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo Bakur û Rojhilatê Sûriya hat li dar xsitin.

Endamê rêveber ê kongreyê Nesîm Şemo ji malpera Partiya Yekîtiya Demokrat re axivî û got: “Ev kongreyê yekemîne ku sazî û rêxistinên Êzîdiyan li Sûriya kom dibin, û îradeya civaka Êzidî di hundir û derveyî Sûriya îfade dike”.

Her wiha Nesîm Şemo îşaret kir ku ev kongir di şert û mercên giring hat li dar xistin tevî ne hazirbûna nûnerên komele û saziyên Êzidî yên li derve, her wiha nehazirbûna nûnerên Yekîtiyê li derve ji ber şert û mercên ku li cîhanê derket di encama pandamiya Koronavîrûsê.

Hevserokê hevbeş ê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Xerîb Hiso li ser giringiya damezirandina Yekîtiya Êzdiyan axivî û wiha got: Di dema borî de nerêxistinbûyîna hêzên Êzidî li Sûriya parçe dikir, ji ber vê yekê tu eniyek yekbûyî ji Êzdiyan re tune bû ku vîna wan li Sûriya temsîl bikin, lê belê îro bi damezirandina vegera siyasî ku Êzidiyên Sûriya ji aliyê siyasî û dîblomasî temsî dike, û karibe bi navê Êzidiyan anûstendina bike bi giştî li ser asta hundirîn û derve wê bandorek mezin hebe li ser parastina mafên Êzidiyên li Sûriya, her wiha wê nimûneyek be ji pêkhateyên entîkî û olî li Sûriya.

Xerîb Hiso îşaret kir di axaftina xwe de ku ev kongir tememkirina kongreyê ku li Ewrpa ji Êzdiyên Sûriya hat li dar xistin.

Endama Mla Êzidî li herêma Cizîrê û endama lijneya amadekar ya kongreya damezirandî Leyla Mihmo got: “Em bi hêzvîne ku hewlidanên êzidiyan bi damezirandina vegerk siyasî ji wan re ku hemû Êzidiyên Sûriya di hundir û derve temsîl bike”.

Her wiha Hevseroka hevbeş a Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriya Sîham Qiryo got:”Pêkhateyên Êzidî li Sûriya û di navbera her du çeman de, rastî binpêkirinan hatin û der heqê wan sûcên bi êş ji hêla rêxistinê terorîst pêk anîn, ji ber vê yekê ev pêngav giringe ji bo pêkhateyên Êzidî her wiha ji pêkhateyên din li Sûriya jî mafên wan hene”.

Qiryo bal kişand ser ku çareseriya li Sûriya divê çareseriyek demokratîk be hemû pêkhateyên li Sûriya temsîl bike.

Hêjayî gotinê ku hejmara Êzdiyê li Sûriya 20 hezar tê texmîn kirin, hebûna wan li herêma Efrîn û Cizîrê ye, û di dema êrîşa Tirkiya li ser herêma Efrîn û Serêkaniyê piraniya Êzdiyên Efrînê koçber bûna ber bi kanrona Şehbayê, û Êzidiyên Serêkaniyê ber bi kantona Hesekê koçber bûn.

Back to top button