ÇalakîManşêt

Yekîtiya Demokratîk civînek girseyî li navşeya Şêrewan li herêma Firatê li dar xist

Partiya Yekîtiya demokratîk PYD’ê û Kongreya Star li herêma Firatê, duh 9’ê Sibatê civînek girseyî li navşeya Şerewan li dar xist, bi amedabûna bi dehan ji şêniyan û endamên hemû navend û saziyên sivîl li bajarokê (Til Xezal- Taşînêk) a girêdayî navçeyê, bi rasthatina 15’ê Sibatê Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdulah Ocalan

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, piştre gotina vekirinê ji hêla endama kordînatorê kongireya Star li herêma Firatê Hedla Hesen dest pê kir.

Bekir Hec Îsa Hevserokê buroya têkiliyên siyasî di Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê axivî û got:”Komploya navneteweyî li dijî rêber, ruhê berxwedanê yê gelê Kurd vegerand, ku di bin bandora neheqî û zilma ku ji hêla dewleta dagirker ji Kusrdistanê re, rêber ji gelê kurd re deriyê azadî û berxwedaniyê vekir, tevî ku hat girtin lê ew bi riya fik û felsefa xwe nêzîkatiya nû ji berxwedana gelên azadêxwaz re vekir ”

Hec Îsa wiha domand: “Siyaseta tunekirinê ya li dijî Kurdan bi komploya li dijî rêber Abdullah Ocelan dest pê kir û hîna jî li dijî hemû Kurdên çar parçeyên Kurdistanê berdewam dike, lê bi saya ramana rêber ew komplo hat bin pîê kirin”.

Di dawiya axaftina xwe de, Bekr Hec Îsa tekez kir, “Divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo serkeftina projeya neteweya demokratîk, ku mafên mirovan ji bo hemû gelan misoger dike û destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmeh diparêze, bixebitin, û li ser riya berxwedana Rêber Ocelan bimeşin”.

Civîn bi dirûşmeyên silavkirina rêber, berxwedana zindanan û şoreşa Rojava bi dawî bû.

Hêjayî gotinê ye ku ev rêzcivîn; wê heya 15’ê vê mehê bidome.

   

Back to top button
Close