ÇalakîManşêt

Yekîtiya Demokrat û Zehmetkêşên Kurdistanê tekezî li ser pêwistiya yekkirina berxwedanê kirin

Nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD li herêma Kurdistanê, duh 7’ê Berfanbarê, pêşwaziya şandek ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê li navenda nûnertiyê li bajarê Silêmaniyê kirin.

Şandeya Zehmetkêşên Kurdistanê ji endamê nivîsgeha siyasî “Bêkes Qadir” û hejmarek ji endamên Meclisa Giştî pêk hat.

Di hevdîtinê de, her du aliyan li ser geşedanên siyasî yên dawî li Roj ava û li herêma Kurdistanê gotûbêj kirin, her wiha bal hat kişandin ser êrîşên dawî yên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê li ser gundên Kurdan ên li başûrê Kurdistanê.

Her du aliyan tekezî li ser pêwistia yekkirina nêrînan di nav bera hemû aliyên siyasî, û yekkirina eniya berxwedanê li dijî rêxistinên terorîst û hemû hêzên ku hebûna kurdî tehdîd dike, kirin.

Her du aliyan li ser bihêzkirina têkiliyan di navbera hemû aliyên Kurdistanê bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên gelê Kurd û demokrasiyê tekez kirin.

 

Back to top button