Manşêt

Yekîtiya Demokrat lidarxistina yekemîn konferansa Biraytiya Kurdistanê pîroz kir

Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li dar xistina kongreyê yekemîn ya Partiya Biratiya Kurdistan pîroz kir, ku li bajarê Reqa hat li dar xistin di bin drûşmeya “Bi biratî û toleransê welat û gelek azad ava bikin”.

Şandeyek ji partiya me Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li herêma Reqa beşdarî kongreya Partiya Biratî a kurdistanê bû, û partiya me peyamek pîrozbahiyê bi vê boneyê pêşkêş kir hêviya serkeftin ji partiyê re xwest.

Li ser navê Serokatiya Partiya Biratiya Kurdistanê “Ednan Kîlo” axivî tê de got: “Em îro di çarçoveya biratiya hêja de ji bo bidestxistina mizgîniya qonaxa piştî damezrandinê ku şeş sal derbas bûye û hatiye damezrandin, dicivin, di  23.4.2016 hat damezirandin bi xebat û helwestên xwe yên giring ji bo partiya me ya têkoşer, bi taybetî ji bo welatê me yê ezîz, bi giştî û bi vê boneyê, hemû têkoşerên Biratiya Kurdistanê û hemû aliyên xuşk li gorî nêrîn, têgeh û rêgezên me yên di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de bi navê min û hemû şervanên dilsoz ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pîrozbahiyên herî bilind pêşkêş dikim ji bo hewldan, têkoşîn û fedekariyên mezin ên ku we dane ser milê xwe ku vî welatî bi pêş bixin û herêmên xwe biparêzin da ku aştî û ewlehiyê bi dest bixin.

 

Back to top button
Close