ÇalakîManşêt

Yekîtiya Demokrat civînek girseyî li gundê “Bagdik” girêdayî Girê Spî li dar xist

Partiya Yekîtiya Demokrat PYD civîneke girseyî li gundê “Begdik” girêdayî Girê Spî li dar xist, bi nêzîkbûna salvegera salane ya 22’yemîn ji komploya navdewletî li ser rêber Ebdullah Ocelan, bi beşdarbûna bi sedan ji şêniyan.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdên azadiyê.

Di der barê civînê de, rêveberiyê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD tekez kir, ku komploya li dijî Ebdullah Ocelan komployeke li dijî hemû gelên azadîxwaz û demokratiyê bûn.

Her wiha rêveberiyan îşaret kirin li ser domandina êrîşên Tirkiyeyê li ser herêmên me, ku ev êrîş ji bo têkbirina vîna gelê me ye, ku fikr û felsefeya rêber Ocelan ji xwe re kirin e esas, tekez dikin: Dagirkeriya Tirk û komên terorîst yên girêdayî wê çi bikin, wê îsrara me qet naguhere li ser avêtina gavan di riya berxwedanê û têkoşînê de, û di dawî de tekez kirin li ser pêwistiya hevgirtina di navbera hemû pêkhateyan û li dijî êrîşên faşîzma Tirk bisekinin.

Civîn bi nîqaşa di navbera gel û rêveberiyan li ser komploya li dijî rebrtî û pêwistya xebatê û bilindkirina têkoşînê heta rakirina tecrîdê û azadîbûna wî, bi dawî bû.

   

Back to top button