Çand û HûnerManşêtNûçeyên Lezgîn

Yek ji TV yên B. Kurdistanê weşana hemû Rêzefilmên Tirkî radiwestîne

Li Başûrê Kurdistanê yek ji amûrên belavkirina hegemoniya îdeolojîk û çandî ya Tirkiyê rêzefilmên wê ne. Gelek kanalên televizyonê yên Kurdî bi dublaja Kurdî van filman diweşînin.

Piştî destpêkirina êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk li dijî Rojava hîna nû yek ji wan li xwe hayil bû û biryar da ku ji bo Rojava weşandnina van rêzefilmên ku jehr bi xwe ne ji bo civaka Kurd rawestîne. Ev kanala hanê ku dereneg be jî ev biryar da Falkon Family ye. Di dema êrişên dagirkeriyê û helwêsta dewleta Tirk a beramberî referandûma 2017´an de gelek derdoran daxwaza rawestandina van filman kiribû, lê kanalên televizyonê xwe nedabû ber vê yekê.

Rêveberiya kanala Falkon Family diyar kir ku wan ji bo dilsoziya bi Rojavayê Kurdistanê re weşandina hemû rêzefilmên Tirkî rawestandiye.

kanalê bi daxuyaniyeke nivîskî ev yek ragihand û ev gotin bi kar anîn: “Wek dilsoziya bi bira û xwişkên me yên li Rojavayê Kurdistanê re, me biryara rawestandina hemû rêzefilmên Tirkî da.”

Gelek hunermendan hêviya xwe berê îfade kiribû biryareke ne demkî ya bi vî rengî hemû kanalêntelevizyonê yên Başûrê Kurdistanê bidin, ji ber ku ev rêzefilm ji bo civaka Kurd a Başûr jî tehlûkeyeke cidî ne.

J: Y.Ö Politika

Back to top button