HemerengManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Yanni hozanê navdarê Cîhanê îro bi hûnera xwe piştgrî da gelê Kurd

Hozanê navdarê Cîhanî kû bi melyonan li seranserî cîhanê heskiryên xwe hene, îro bi hûnera xwe ya bi nirix, bi awazekî kû bi xwe hûnandiye, diyarî gelê Kurd li Sûriye kiriye. Di vê derbarî de, çi werê gotin dibe kû jêre kêmbe. Yanni kû bi xwe ji Yunanistanê ye, lê li Amerîka xwendiye û li wir dest bi hûnera xwe û navdartiya xwe kiriye. Bi dehan awaz û tomarên wî yên navdar li ser asta Cîhanê hene. Di gelek filmên Hollywood yên navdar de Yanni bi berhemên xwe yên Muzîkê beşdarî têde kiriye. Di gerên xwe de, li Cîhanî, li zêdeyî 150 welatên cîhanê Konserên herî mezin li dar xistine, ji wan yên kû li Çînê, û Hindistanê û çendîn welatên Cîhanî pêkanîne.

Îro kû roja Heştê Adarêye roja Taybet ya Jinêye di rojek weha de, Yanni ev berhema xwe ya bi navê (Seléna’s Theme) diyarî gelê Sûriye û Kurd dike. Di nivîsa xwe de dibêje, “ev awaza kû berê qet ne hatiye weşandin ji bo hemû dostên xwe yên Sûrî û gelê Kurd diyar dikim û bihêvîme kû dê aşêtî di demek nêzîk de pêkwere. Min dît û bi hêza we hesiyam kû bê têkçûne, Yanni.”

Ev jî li xwarê berhema Yanni ye:

Back to top button