ManşêtNûçe

Xwepêşandanek li dijî dagirkeriya Tirk li kantona Girê Spî

Bi dehan ji şêniyên kantona Girê Spî, derketin xwepêşandanekê bi armanca şermezar kirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Parastina Rewa.

Bi sedan ji şêniyên kantona Girê Spî, û navçeya Eyn Îsa û bajarokên wê, duh roja çarçemê di dîroka 29’ê Hezêranê, li gundê “Begdîk” a girêdayî kantonê kom bûn , dê derketin xwepêşandanekê ji bo şermezar kirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên parastina rewa.

Xwepêşandaran pankartên li ser nivîsa ” Binkeve dagirkera Tirk, erê ji Yekîtiya Niştimanî a Kurdî, bijî berxwedana Gerîla û çiyayê Kurdistanê, bijî berxwedana bakur û rojhilatyê Sûriya” hildan.

Di der barê xwepêşandanê de, hinek gotin hatin kirin, tê de li ser berxwedana Hêzên Parastina Gelêrî li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîzim axivîn, destnîşan kirin ku êdî armanca dewleta Tirk ew e qirkirina gelê kurd û têkbirina destkeftiyên wan.

Her wiha gotinan tekez kirin, ku dê riya şehîdan bişopînin heta bidestxistina azadiyê, ên ku xwîna xwe feda kirin ji bo hemû pêkhate hiqûqên xwe yên rewa bidestbixin.

    

Back to top button