ÇalakîManşêtNûçe

Xeyas Neîsa û Sîhanok Dîbo serdana navenda me ya giştî kirin

Îro Duşemê Serokê Tevgera Çep a Şoreşger li Sûriyê Dr (Xeyas Neîsa) ligel endamê Meclisa Serokatiyê(Sihanok Dîbo), serdana navenda Partiya Yekîtiya Demokrat kir, bi boneya pîrozkirina hilbijartina hevserokatiya nû ya partiyê  û li dar xistina kongreyê 9’emîn.

Şande ji aliyê hevserokên Nivîsgeha Têkiliyên Partiya Yekîtiya Demokratîk (Erîfe Bekir) û (Mezlûm Xelîl) ve hate pêşwazîkirin.

Piştî pêşkêşkirina pîrozbahiyê ji bo lidarxistina kongreya 9’emîn a partiya me, girîngiya projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li bakur û rojhilatê Sûriyê hate gotûbêjkirin,  ku tecrûbeyek bêhempa ye, êdî tu tecrûbeyek demokratîk di dîrokê de weke tecrûbeya Rêveberiya Xweser derbas nebû, û hat tekez kirin ku ew modeleke demokratîk a guncaw e ji bo paşeroja Sûriyê.

Dr Xeyas Neîsa di axaftina xwe de îfade kir ku ew weke pêkhateyên Ereb piştgiriya serkeftin û giştîkirina vê tecrûbeya demokratîk li hemû herêmên Sûriyê dikin.

Hat destnîşan kirin ku dijmin bi hemû rêbazan hewl dide hemû pêkhate û mezhebên Sûriyê bi rêya şerekî taybet parçe bike û tekez kirin ku tekane rêya çareserkirina aloziya Sûriyê projeya Rêveberiya Xweser e, ji ber ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav xwe de dihewîne, her wiha hevgirtina hemû hêz û partiyên kurdî û sûrî.

Back to top button