ManşêtNûçe

Xerîb Hiso: Biryara ENKS‘ê ya vekirina buroyên xwe pîroz kir 

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di civînekê de geşedanên dawî ji şêniyên bajarê Hesekê re nirxand. Civîn li avahiya tevgerê ya li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê hat lidarxistin. Hevserokê TEV-DEM‘ê Xerîb Hiso û rêveberên yekitiyên girêdayî TEV-DEM‘ê di civînê de amade bûn.

Hiso anî ziman ku 9 sal in aloziya Sûriyê didome û nakokiyên li ser herêmê ji ber destwerdanên navdewletî û herêmî zêdetir dibin .

Hiso got: “Çareseriyên siyasî ji bo aloziya Sûriyê re tunene, lê belê pêşkeftinên siyasî rû didin. Pirsgirêkên li herêmê divê ji kokê ve werin çareserkirin, ji ber ku nakokiyên li herêmê bi demê re mezintir dibe.”

Xerîb Hiso di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku dewletên kapîtalîst bi hev re dibin hevkar û di heman demê de cezayan li dijî hev din ferz dikin, lê yên ku fatora nakokiyên wan didin gelên herêmê ne.

Hevserokê TEV-DEM‘ê Xerîb Hiso anî ziman ku armanca têkoşîn û berxwedanê avakirina civakeke exalq û polîtîk e û pêkanîna siyaseta exlaqî di navbera hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye. Hiso ev tişt got: “Çareseriya tekane ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê perala demokratîk e ku bingehê çareserkirina hemû pirsgirêkan e.”

Hiso di berdewama axaftina xwe de îşaret bi rewşa Idlibê kir û got,: “Her çiqas şer li Idlibê dijwar be wê bi dawî bibe û derbasî herêmên din bibe, ev delîlê siyaseta xirabkirinê ye, ne mafê terorê  ye ku li ser xaka Sûriyê bijî. Mafê me ye ku em herêmên xwe biparêzin. Me hin herêmê winda kirin, lê em teslîm nabin, xeta me xeta şehîdan e.”

Hevserokê TEV-DEM‘ê destnîşan kir “Di nava 9 salan de me gelek serkeftin bidest xistin, têkiliyên me bi gelek dewletên cîhanê re hene. Berxwedana QSD‘ê ya li Serêkaniyê û Girê Spî bandorek mezin li dewletên cîhanê kir, dewletan êdî naskirin ku Rêveberiya Xweser rastiyeke divê were qebûlkirin.”

Hiso eşkere kir ku gelê Kurd ji bo yekitiya kurdî dixebite û anî ziman ku gelek hevdîtin di navbera partiyên kurdî de çêbûn ku encamên wan erênî û berhemdar bûn.

Xerîb Hiso biryara ENKS‘ê ya vekirina buroyên xwe li herêmê pîroz kir û got: “Gelek planên dewletên mêtînger hene da ku yekitiya netewî têk bibin. Pêngava ENKS‘ê ya vekirina buroyên xwe baş e, em bi hêvî ne ku ev gavên dîtin werin avêtin.”

 

Back to top button