Xelkê bajarê Helebçeyê keyfxweşiya xwe li ser parêzgehbûna bajarê xwe nîşan dan gotin:
“Em dixwazin ku parêzgehbûna bajarê me xizmetgûzarî û perwerdeyê bi xwe re bîne.Piştî çendîn runiştinên bê encam, di rûniştina duh a Parlamentoya Iraqê de, parlamenteran deng li ser projeyasaya parêzgehbûna Helebceyê da.
Di encama dengdana hate kirin de Helebçe bû parêzgeha 19’an ya Iraqê.
Welatiyê ji Helebçeyê Serxêl Xefar keyfxweşî û hestên xwe têkildarî parêzgehbûna bajarê xwe bi van gotina nîşan da; “Em vê yekê li hemû welatiyên Helebceyê pîroz dikin.
Her wiha Soran Omer, welatiyekî din yê ji Helebçeyê ye, da zanîn ku ew hêvîdar in ku parêzgehbûna bajarê me bibe sedema vejandina sektora aborî, perwerde û sektorên din.
Herî dawî welatiyê bi navê Ebdullah Mihemed jî dîtin û hestên xwe bi van gotinan anî ziman;
“Hikûmeta Iraqê sê caran bajarê Helebceyê bombebaran kiriye. Heqê wê heye ku her tişt jêre bê kirin.”