ManşêtNûçe

Xelîl Osman: Azadiya civakê bi azadiya jinê ve girêdayî ye

Tundiya li ser jinê yek ji tundiyên herî binpêkirin û berfire ya mafên mirovan tê hesibandin,û îro roja cîhanî ya tundiya li dijî Jinê ye, piştî dîroka 25ê Cotmehê ji sala1981an, jin karû gelek sînorên ku di paşerojê de li ser wê hat bişkîn e, û ev bone ku li ser her Sê xuxkên”Mêrbalê” di sala 1960 de ku li hember zihniyeta zilam bi îradeyek xurt û cesaretek bêhempa li ber xwe dan hat kirin, ji bo axaftina li ser gelek berxwedanên ku jin li Rojava bi taybetî ji bo civak bigihêje azadiya xwe, nûçegihana me ya pydrojava bi Xelîl Osman endamê meclisa giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) re hevdîtinek kir, û piştrast kir ku şoreşa Rojava bi saya dexwedana jin û şerê wê li hember mêran ji bo parastina destkeftiyên gelan hat avakirin, ji ber vê yekê divê em li dijî her cûreyên tundiya li ser wê tê meşandin bisekinin.

Osman zelal kir û got: Di salên şoreşa Rojava de, me dît ku jin çawa bi îradeyek xurt bi mêr re beşdarî her warî bû, çi leşkerî çi siyasî, beşdarî bû .. Ji ber vê yekê şoreşa Rojava bi “şoreşa jinan” hat naskirin.

Osman îşaret kir ku: Tevî hemû kiryarên dewleta Tirk a dagirker dike, jin li Rojava bi hemû îrade dixebite ji bo hemû mafên xwe yên rewa bi dest bixin, ji ber ku di mijara azadiya jin û wekheviya bi mêran re gelek gavên cidî hene û pergala hevserokatiya hevbeş delîla herî baş a wekheviyê ye ku Rêveberî Xweser lê diger e.

Osman diyar kir ku “Erê, jin gelek mafên xwe bi dest xist, lê hîn jî astengî li pêşiya wê hene, di nav de malbat, civak û ramanên desthilatdar, hger zihniyeta desthilatdar a mêr neguhere, em ê nekaribin tundiya ku li ser jin tê meşandin rakin.

osman tekez kir: Civak azad nabe heya ku jin azadiya xwe bi dest bixe, dema ku ew azadiya xwe bi dest xist, ew ê karibe gelek astengiyên ku li ser wê û civaka a ku ew bingeh digire ji holê rabike.

Di dawiya axaftina xwe de, Xelîl Osman endamê meclisa giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) tekez kir: Pêdivî ye ku hemû gelê me ji ramanên desthilatdariyê derkevin û ji cûdahiyên di navbera jin û mêr de tê danîn ji holê rabin ji ber ku her du jî xwedan ramanek serbixwe ne, û wiha lê zêde kir, ramanên mêr divê ji jin re nebe asteng ji ber ku bi rizgarkirina jin, civak azad dibe.

Back to top button