Wezîrê karên derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide ku bi rêyên şaş hegemonyaya Osmaniyan vegerîne, îşaret kir ku Tirkiya çeteyan dişîne Sûriya, Lîbyayê û başûrê Qefqasyayê.
Nikos Dendias ji toreya El-Erebiye re got ku Tirkiya faktoreke bêarame li herêmê, û hewil dide îradeya xwe li ser cîranên xwe ferz bike.
Nikos Dendias wiha lê zêde kir: Tiştê ew rastî wan tê, dewleta Osmanî ya nû ye û bi bîr xist ku Enqere çeteyan dibe Sûriye, Lîbya û başûrê Qefqasyayê.
Di heman çarçoveyê de piştrast kir ku Tirkiya hewil dide destwerdanê di karên hundirîn ê Misr jî bike.
Wezîrê karên derve yê Yewnanistanê destnîşan kir ku dewleta wî naxweze rêya leşkerî hilbijêre, lê belê ger were xwestin dê parastina welatê xwe bikin, û got:” Enqereyê li ku de be pirsgirêkan çêdike her wiha hewl dide ku bi rêyên şaş hegemonyaya Osmaniyan vegerîne.”