Hevpeyvîn

Wezîra Derva ya Swêdê: Divê dinya rola kurdan qebûl bike!

Wezîra derve ya Swêdê Margot Wallström di bersiva çend pirsan de li ser siyaseta derve ya Swêdê derbarê rewşa doza gelê Kurd nêrîn da.

Siyaseta Swêd a derheqê Îran, Tirkî û Rojavayê Kurdistanê de çi ye? Hevpeyvîn bi Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallström re.

Di vê hevdîtinê de kû pişka Kurdî ya Radio Swêd pêkanîn de hin pirs ji Wallström hatin kirin. Pirsên derbarê siyaseta Swêd a derheqê Tirkî, Îran û nexasim rojavayê Kurdistanê de bûn.

ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
Derheqê rêvebiriya xweser a ku li bakurê Sûriyê, ango rojavayê Kurdistanê hatiye damezirandin de Wallström got:

Têkiliyên me bi kurdan re hene û divê dinya rol û têkoşîna bêhempa a kurdan, nexasim di şerê Daişê de qebûl bike. Gereke em di vê rewşê de alîkarî û piştgiriyê bidine kurdan.

Wallström ragihand ku Swêd ji aliyê xwe ve însiyatîf girtiye ku dadgeheke navneteweyî were danîn da ku girtiyên Daişê yên di destê kurdên Rojava de werine dadgeh kirin. Li ser pêvajoya avakirina dadgeheke bi vî rengî Wallström got gelek dewlet bi germî nêzîk dibin, bes gelek astengiyên hiqûqî û siyasî hene. Ev dadgeh wê çawa û li kû were danîn, wê çawa were fînanse kirin, wê çi dozan bihewîne nav xwe û hwd, loma ev pêvajoyeke demdirêj e.

Pêşniyazeke heyî ew e ku daişî li Îraqê werine darizandin, lê Wallström got pirsgirêka mezin bi Îraqê re ew e ku li Iraqê cezayê îdamê heye û loma ew ne alîgirên wê ne. Li ser pirsa me bê gelo îmkan heye dadgeh li bakurê Sûriyê, yanî li Rojavayê Kurdistanê were danîn, wê got:

Belê, divê were nerîn bê îmkan çiqas hene ku dadgeheke navneteweyî li bakurê Sûriyê were danîn.

ÎRAN Û AMERÎKA
Di van mehên dawî de têkiliya navbera DYA û Îranê pir xerab bûne. Behsa îhtimala derketina şerekî tê kirin.

Wezîra Derve ya Swêdê rexne li siyaseta amerîkî ya niha girt û got:

Amerîka bi paşguhkirina Neteweyên Yekbûyî dînîtiyek kir.  Peymana nukleerî ya bi Îranê re baş dimeşiya. Îranê erka dikete ser milê xwe tanî cî, ew pabendê sozên xwe bû. Niha bi helwesta amerîka ya kontraproduktîv re ev danûstandina bi Îranê re dikeve xeterê.

Bi Îranê re bazirganiyeke guhertina mal bi mal ya hin dewletên ewrûpî heye. Yanî şîrket wek nimûne xaliyan ji Îranê dikirin û otomobîlan didinê. Lê di vê bazirganiyê de ewrûpî pereyan nadine Îranê.

Ji vê kanalê re INSTEX tê gotin û dewletên vêga di nav de Brîtanya, Almanya û Fransa ne. Gotûbêj hene ku hin dewletên din jî tevlî vê bazirganiyê bibin. Wallström piştrast kir ku ev gotûbêj rast in û got:

Em piştgiriyê didine fikrê berfirhekirina bazirganiya bi riya INSTEX û Swêd jî amadekariyan dike ku tevlî vê mekanîzmaya bazirganiyê bi Îranê re bibe.

TIRKÎ
Berya heftiyekê xwendekarekî awustraliyayî li Koreya Bakur hatibû girtin. Duh xwendekar hate berdan û hate eşkere kirin ku Swêd ji bo berdana wî nûnerekî xwe şiyandibû Koreya Bakur.

Ji Margot Wallström hate pirsîn bê gelo Swêd nikare ji bo berdana wek nimûne Selahattin Demirtaş bi heman rengî şandekê bişîne Tirkî jî.

Rewş û kiryarên Tirkiyê nayêne qebûlkirin. Lê riyên danûstandinê bi Tirkiyê re resmî vekirîne û em di asta Yekîtiya Ewrûpa de zextan li ser Tirkî dikin da girtiyên muxalif berdin. Loma jî muzakereyên YE yên bi Tirkiyê re hatine birîn û em ê van zextan bidomînin.

 

Back to top button