ManşêtNûçe

Wezareta Karên Derve ya DYA`yê têkildarî xetereya DAIŞ`ê li Sûriyê hişyarî da

Çavkaniyekî ji Wezerata Karên Derve ya Amerîkayê got DYA bi hemleya li dijî DAIŞ`ê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pabend e û hişyarî da ku DAIŞ li Sûriyê hê jî gefeke xeternak e.

Rojnameya Şerq El-Ewset ragihand ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê serdana şandeyeke payebilind bi awayekî veşartî li Sûriyê red kiriye. Her wiha piştrast kir ku pêwendiya bi QSD`ê re didome û tişta ku li Efganistanê qewimî li Sûriyê rû nade.

Çavkanî ji rojnameya Şerq El-Ewsat re wiha got: “Cîgirê yekemîn ê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Joey Hood bi hevalbendên xwe yên QSD`ê re di 29`ê Tebaxa borî de axivî.”

Çavkanî diyar kir ku QSD ji bo Amarîkayê dê wek hevparekî leşkerî yê bihêz her bimîne. Çavkanî wiha domand: “Hêzên Amerîkayê yên li Sûriyê ji bo alîkariya misogeriya têkbirina DAIŞ`ê ne. DAIŞ hê jî li Sûriyê gefeke xeternak çêdike û ji bêaramiyê sûdê werdigire, her wiha dixwaze êrişan li derve jî pêk bîne. Banga êrişên terorîst li tevahî cîhanê dike. Ev jî tê xwestin ku DAIŞ li Sûriyê û Iraqê careke din dernekeve.”

Ji aliyekî din ve jî, nûnera MSD`ê li DYA`yê Sînem Mihemed jî piştrast kir ku garantiyên Amerîkayê tê wateya ku Sûriyê ne Efganistan e û got: “Her kes dizane ku hebûna Amerîkayê dê ne mayînde be û rojekê dê vekişîna xwe ji herêmê ragihîne lê kes wê demê nizane.”

Sînem Mihemed ji rojnameyê re destnîşan kir ku daxuyaniyên Amerîkayê yên fermî piştrast dikin ku gefên ji Sûriyê û herêmê der barê rêxistinên terorîst û Îran de, ji berê zêdetir bûne û wiha domand: “Ji ber wê jî garantiyên Amerîkayê piştrast dikin ku xebatên li dijî van rêxistinan didome, senaryoya Efganistanê dê dubare nebe. Amerîka destekê dide QSD û Rêveberiya Xweser.”

ANHA

Back to top button