JinManşêt

Weqfa Jina Azad projeyên pêşketina jinan didomîne

Ji bo pêşketina jinan di hemû warên jiyanê de Weqfa Jina Azad a Sûriya pêşkêşkirina projeyên xwe didomîne.

Ji bo li ser kar û projeyên Weqfa Jina Azad behs bikin Rûken Xişo Rêveberiya Weqfa Jina Azad a Sûriya ji me projeyên xwe zelal kir.

Rûken Xişo di destpêkê de ji me re diyar kir ku xebata weqfa jinê piranî têkildarî jin û zarokan e, projeyên cuda pêşkêş dikin, her wiha di hundirê navenda weqfê de jî komîte hene, Komîteya Tenduristiyê, Perwerdê û Komîteya Pirojeyan, Xişo lê zêde kir ku her komîteyek warê wê yê pratîkî û tewrîk heye.

Komîteyên Weqfa Jina Azad a Sûriya:

komîteya tenduristiyê:

Rûken Xişo diyar kir ku warê tewrîk yê tenduristiyê em perwerdeyên alîkariya yekem (Temrîd)  ji jinan pêşkêş dikin, her wiha semînerên tenduristiyê didin komînan, civak û endamên weqfê, wekî din aliyê wê yê pratîkî dermanxane û kilînkên gerok hene, du demanxeneyên me li Qamişlo hene, yek jê  ji nû ve me destpê kiriye li aliyê taxa Qenat El-Siwês, kilînkên gerok ji ber ku gelek gund nikarin xwe bighînin navenda bajar weke çûna bijîşkan bi taybet jinên ducanî ev li aliyê Dêrikê û kampan e.

Xişo got ku li gel komîta tenduristiyê Tiba Xwezayî jî heye, nevendên me yê vî warî li Dirbêsiyê, û li Hesekê heye û di vê demê de em hewil didin ku li Qamişlo jî vekin.

Komîteya perewerdeyê:

Xişo di mijara xwe de wiha domandin: Komîteya perwerdeyê di warê tewrîkê de piranî têkildarî fikra jinê ye, çawaniya perwerdekirina wê di aliyê fikrî de çawa wê fêrî rastiya wê bike, her wiha wê bi cewhera wê nasîn bike.

Xişo got: Heta guhertinek di aqil de çênebe tu guhertin di kar de çênabe, tevahiya semînerên me di vî derbarî de ne. Aliyê wê yê pratîkî piranî zarokxane ye, cihê muzîkê ji bo zarokan tê vekirin, hem zarok jê sûd digrin ji bo pêşketina wan, hem jî dayik jê sûd digre ku jinê kairbe karê xwe serkeftî derbas bike.

Komîteya projeyan:

Ev komîte projeyên wê hemû pratîkî ne, destekê dide jinan ji aliyê aborî, ji ber ku jin çiqas azad be lê xweseriya wê ya madî tune be ew azadiya xwe tam nikare bijîne, ji ber vê yekê me projeyên cuda vekirin weke kargehên dirûtinê, karên ku bi destan tên çêkirin, kargehên dirûtinê ne tenê li navenda me li Qamişlo heye, li kampan û li hin bajarên din jî hene.

Navenda me ye sereke li Qamişlo ye 2014’an hat avakirin, piştre buroyên me hin herêmên bakur û rojhilatê Sûriya hat vekirin, em hewil didin li bajarê din jî di demên pêş de vekin weke Şam û Helebê, em hewil didin bighêjin tevahiya jinan li Sûriya û cîhanê bi giştî, ji ber ku em bi nasnameya jinan bi giştî kar dikin.

Di dawiya axaftina xwe de Rêveberiya Weqfa Jina Azad a Sûriya Rûken Xişo got: Armanca sereke ya kongreya me ya yekemîn ew e zêdetir pirsgirêkên jinan lêkolîn bikin, di dema dawî de bêtir di aliyên pratîkî de karê me xurt bû, ji me hat xwestin ku bêtir semînerên tundiya li ser jinan, dijî dagirkeriyê bên dayîn.

     

    

 

     

Back to top button